Malikî Newroza Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kir

Îro şemî 20/03/2010 birêz Dr. Nurî El Malîkî Serokê Encumena Wezîrên Iraqa Federal, li pêwendiyeke telefonî da li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, cejna Newroz û sala nû ya Kurdî li rêzdar û sercem gelê Kurdistanê pîroz kir û hêviya serkeftin û pêşketinê jî ji bo Herêma Kurdistanê xwest.
Li aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bo vê pêwendiyê spasî Serokê Encumena Wezîrên Iraqa Federal kir û hêviya saxî û selametiyê ji bo wî xwest.

Nerîna min :