Amerîka:Serdana Tirkiye nekin
Wezareta Derve ya Amerîkayê îro di malpera xwe de nivîsek belav kir ku, ji hevwelatiyên Amerîka xwest ku seferê Tirkiye nekin û yên li Tirkiye bin jî divê gelekî hay ji xwe hebin. Wezareta Derve ihtimala ku hinek bûyerên tund çêbibin dide û naxwaze hevwelatiyên Amerîka ji 19-ê adarê heta 30- nîsana 2010-ê li Tirkiye bin. Vê qonaxê wek konaxek xeter dinirxîne.
Wezaret di nivîsa ku weşandî de dibêje:“ Hinek rêxistina li Tirkiye kampanya “ Amerîka derkeve, ev welat yê meye“ destpêkirine. Rêxistinên wek DHKP/C bîranina damezirandina xwe dê pîroz bike, divê hevwelatiyên me gelekê agahdariyê li xwe bikin ku nebin armanca tû êrîşan“
Daxûyaniyê de tê kifşkirin ku: “ Gelek xwepêşandanên bi awayek aşitî destpêdikin dikare bibe cihê tund û tujiyê û ev yek dibe sedemê êrîşan“
Herweha ji hevwelatiyên Amerîkê tê xwestin , bila ji xwepêşandanan dûr bin ,heta imkan hebe di nav demê hatî kifşkirn de serdana Tirkiye nekin.