Barzanî Newroza gelê Kurdistanê pîroz kir
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta hatina sersala nûya kurdî û cejna dîrokiya neteweya me, cejna Newrozê, ew cejna ku di dîroka pir serweriya gelê Kurdistanê de bûye hîmê xebat û berxwedanê, gerimtirîn pîrozbahiya pêşkeşî malbatên serbilindên şehîdan, malbatên qurbaniyên Enfal, kîmiyabaran û pêşmergeyê qehreman, tevaya aliyên siyasî, mihenî, cemawerî û tevaya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên netewî, olî û hemû wan gelan, yên ku weke kurdan her sal vê cejnê pîroz dikin, dikim.
Hêvîdarim sala nûya kurdî sala pêtir serketin û bi destveanîna daxaz û armancên gelê Kurdistanê, vegerandina bajar û bajarokên veqetandî bo ser herêma Kurdistanê, zêdetir rêxistina nava mala Kurdistanê û avadankirinê be.
Tehedayeke mezin li pêşiya gelê me û tecrûbeya wî heye û nuha em di qonaxeke gelek nazik û hesas de derbas dibin, Ev qonax jî wê ji me dixaze ku, em hemû hêz û îmkanên xwe bikin yek û bi yekdeng û bi ruheke kûr ya hestkirin bi berpirsiyariya dîrokî, îsrarê li ser mafên xwe bikin. Destketiyên xwe biparêzin û pêngavên zîdetir ji bona zêdetir xizmetkirina tevaya çîn û kategoriyên Kurdistyanê, li gor wê destûra heq ji mer e dayî, bihavêjin û ji bona serxistina vê tecrûbeya Kurdistnê ku, bûye mînaka pêkvejiyan netweî, olî û pirhizî, bi cidîn bixebitin.
Her çiqas heta nua destketiyên giring bidest ve hatine jî, lê hindek meseleyên stratejîk bê çaresrî mane ku em hêvîdarin piştî îlankirna encamên hilbijartinên vê dawiyê, parlamentoya Îraqê bi hev re çareser bikin.
Nuha em hemû li benda îlankrina encamên hilbijartinan in û heta nuha me, ji bo avakrina hevpeymnaiya tu biryar nedane û me xetên sor jî li ser tu alyekî nîne û em dê hevpeymaniyê bi wan hêz û qewareyan re, yên ku nêzîkî bernameya mene, ava bikin.
Careke din Newroz û sersala nûya kurdî pîroz be û nemirî û serbilindî jî ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê be.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
20ê adarê 2010ê