Civêna Erdogan û hûnêrmendên sînemayî
Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan, îro li Satanbulê hinek hûnêrmendên sinemayî û aktoran re hat ba hev û hev re taşta sibê xwarin. Erdogan bi vê minasebetê axaftinek kir. Erdogan behsa pirsa Ermeniya kir û got: “ Gotinên min çewt tên têgihandin. 100.000 Ermenî li Tirkiye kaçak dijîn , îkama wan tuneye û ji Ermenistanê ji ber feqîriyê bazdane hatine Tirkiye. Li Ewropa jî kesên îkama wan tunebe dikarin wan ji welatê xwe derêxin. Min tu cara behsa Ermeniyên ku hevwelatiyên mene nekiriye.“
Berdewambûna axaftina xwe de Erdogan got: “ Eger desthilatdarên vî welatî di dema xwe de fîlmên Yilmaz Guney temaşe bikiran û peyama ku Guney dida rast wergirtan dê gelek tiş îro baştir bûna.“
Erdogan di axaftina xwe de ji bo guhertinê, ji bo vekirina demokratîk role hûnêrmendan nirxand û arikariya wan xwest. Di civînê de, wezîrê çand û turizmê Ertugrul Guney,wezîrê navxwe Beşîr Atalay û wezîra perwerdê Nimet Çubukçu jî amade bûn. Ji hûnermendên sînemayî yên wek: Şener Şen, Bulut Aras, Ediz Hun, Metin Akpınar, Mehmet Ali Erbil, Yılmaz Erdoğan, Cem Yılmaz, Oktay Kaynarca, Şafak Sezer, Kenan Işık, Kenan İmirzalıoğlu, Hülya Avşar, İclal Aydın, Şahan Gökbakar, Necati Şaşmaz, Günse Birsel, Ata Demirer, Özcan Deniz, Bülent İnal û gelek kesên din amade bibûn.
Rastî ji bo vekirina demokratîk li welatek wek Tirkiye ku, demekî herkesek û ji her bîr û baweriyê insane bi Ataturk radibûn û rûdiniştan. Kemalizm, yen bawer û ne bawer herkesekî diparasta. Heta kesên di bingehê xwe de dijê kemalîzmê jî eşkere xwe mecbûr didîta ku wesfê Ataturk bide. Eger îro hinek kes statukoya heyî bixwazin biguherin û dîtinên xwe vekirî li himber medyayê ji raya giştî re bêjin ev gavek li pêşe û erêniye.
Gelek tiştek erêniye ku serokwezîrê welatekî ji bo karê dixwaze bike , beşên cûr bi cûr yê civatê re civîna bike , agahdariya ji wan re bêje û pişgiriya wan bixwaze. Lê di vekirina demokratîk de divê gava herî girîng ji bo pirsa Kurd bête avêtin. Ji ber ku heta ev pirs bi awayekî li Tirkiye newê çareserkirin demorasiyek rasteqênî li tirkiye peyda nabe. Heta ev pirs newê çareserkirin desthilatdariya sivîlan ji dil çênabe. Di serî de Erdogan û hemi hukumet vê dizane. Vêca pirs eve, gelo medem kî vê dizanin çima tişta pêwist nakin?
Ji bo vê yekê divê, Erdogan li Kurdistanê di nav kurdan de jî bikaribe hinek civînan tenê li gel hûnermendên kurd, li gel karsazên kurd, li gel kesayetên kurd li gel rewşenbîrên kurd jî çêbike. Da ku bizanibe rastî ka kurd çi dixwazin û ji bo çi kurd wî bi xwe(wek care ew bi xwe dibêje bi awayê pêwîst) fam nakin.
Dema civîn li Stanbulê çêdibin û banî çend kesên kurd jî dikin, ev nayê wê mane ku li gel kurdan jî civiyaye. Erdoga di çerçova vekirina demokratî de bila çend civîna li Diyarbekir jî pêk bîne û guh bide beşên cuda yên kurdan jî. Dema Erdogan vê yekê bike dê kurd pêşiya wî ronî bikin.
Rojeva Kurd: Xeber-Analîz