Polîtîk

Malikî: Barzanî li ser serxwebûna Kurdistanê rijd e

Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, li gel kanala televizyona fermî ya Îranê hevpeyvînek kir. Malikî di vê bernameyê de behsa rewşa Iraqê û herweha behsa serdana serok Barzani ya Bexdayê û hevditina bihevre kirîn kir.

Malikê dibêje ku, bê îstikrariyek li Iraqê heye, wek din Iraq hevceyê Kurdistanêye û Kurdistan jî hewceyê Iraqê ye.

Malikî da xûyakirin ku, Barzanî li serhelwesta xwe ya di derbarê referandumê de rijde. Barzanî ji dev armancên xwe yên referandumê û serxwebûna Kurdistanê bernedaye.

Gelek cara di medya hinek welatên derdor de hatiye xûyakirin ku, referandum û encamên referandumê têk çûn. Lê tê ji bîr kirin ku referandum di dîroka siyasî ya Kurdistanê de bû mîladek û li Başûr bi kirina referandumê Kurda mafê serxwebûnê destve anin û ev daxwaziya miletê kurd gihandin hemû cîhanê.

Ji aliyek din ve hêdî ji bo ragihandina serxwebûnê tu referandum ne pêwiste û her dema rewş guncav be desthilatdariya Kurdistana Başûr dikare serxwebûnê ragihîne. Ji ber ku desthilat mecbure ku daxwaziya miletê xwe bi cih bîne. Ev daxwaziyek rewaye li gora normên navnetewî mafê Kurdaye jî.

Back to top button