Bazirganên Bakur li Hewlêrê navendeke bazirganiyê vedikin

Şandeya bazirgan û pîşesazên Bakurê Kurdistanê ku 5 rojan ji bo qaîmkirina pêwendiyên aborî hatibûne Başûrê Kurdistanê, niha dest bi xebatên xwe yên pratîkî dikin.

Şandeya 90 kesî ku di asta serokatiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Amed, Batman, Komeleyên Bazirganên Jinên Bakur û herwisa hinardekarên Bakurê Kurdistanê pêk hatibû, hefteya borî bi Jûrên Bazirganiya parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê re peymanên hevkariyê îmze kiribûn û herwiha şandeyê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiribû.

Serokê Civata Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Celaleddîn Bîrtane ji Rûdawê re diyar kir: “Hevdîtinên gelek baş bûn, em hêvî dikin ku ev rêzeserdan asta bazirgan û hinardekarên me û yên bazirganên Başûr zêde bike, çi serok û rêvebirên Jûrên Bazirganiyê yên wek Hewlêr, Duhok û Silêmanî, parêzgarên wan deran û herî girîng jî hevdîtina me yê bi Serokwezîr birêz Nêçîrvan Barzanî re gelek baş bû, serkonsulê Tirkiyê yê Hewlêrê jî ji van hevdîtinên me gelek kêfxweş bûn.”

Ji bilî çêkirina têkiliyên aborî di serdana şandeyê de biryara avakirina navendek bazirganiyê jî hate gotûbêjkirin, li gor planê dê navenda bazirganiyê li Hewlêrê were avakirin û hemû kompaniyên hinardekarên Bakur dê van hilberînên xwe li vê derê kom bikin û hilberîn ji vê derê ji bajarên Herêma Kurdistanê , Iraq û Suriyê re werine veguhestin.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Mehnmet Kaya ji Rûdawê re eşkere kir: “Ji niha şûn de wê têkiliyên me yên aborî qaîmtir bibin, serdanên me û encamên wan dê bibe çareseriya pirsgirêkên aborî û siyasî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, em hêvî dikin ku her du alî jî, ji bo pirsgirêkên dergehên gumrikê xebatan bikin.”

Hinardekarên Bakurê Kurdistanê ji vê serdanê gelek bi hêvî ne û ew pê bawer in ku çakkirina têkiliyên aborî û berzbûna hinardeyê dê têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî qaîmtir bike.

Îhsan Ogurlu hinardekarekî Amedî ye ku ew bi giranî kelûpelên tekstîlê rê dike nav bazarên Başûrê Kurdistanê, Ogurlu jî di serdana Başûrê Kurdistanê de cih girtibû û ew dibêje ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyek gelek germ li wan kirin û herwiha Barzanî dê ji bo avakirina navenda bazirganiyê li Hewlêrê dê erd terxan bike.

Îhsan Ogurlu ragihand: “Hevdîtina me ya herî girîng bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi birêz Nêçîrvan Barzanî re bû, wî em gelek germ pêşwazî kirin, soz da ku çi berpirsyarî bikeve ser milên wan ew dê alîkariya me bikin herwiha dê erdê projeya me ya navenda bazirganiyê ew bi xwe terxan bike.”

Tirkiye îsal di 6 mehan de ji 189 dewletên cîhanê re 82 milyar dolar hinarde encam daye, di vê behrê de 7.8 milyar dolar behra bajarên Kurdan e.

 

Rûdaw

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: