PolîtîkRojev

Málaga ya Îspanya û Hewlêr a Kurdistanê dibin bajarên destebira

Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û bajarê Málaga ya Îspanya rêkeftinameya destebirayiyê wajo dikin.

Roja yekşem 20.09.2020 Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê li Dîwana Parêzgehê li gel Juan José Escobar Balyozê Îspanya li Iraqê û şandeke li gel civiya.

Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Giştî yê Îspanya li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku eve yekem serdana fermî ya Hewlêrê ye û hêvî xwest ev serdan jî bibê cihê bihêzkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Madrîdê.

Her wiha Juan José Escobar ragihand: “Her çende me hewleke zêde da ji bo Konsolxaneya serekiya welatê xwe li Hewlêra paytexta Kurdistanê vebikîn, lê belê em serkeftî nebûn, niha Konsolê me yê fexrî li Hewlêrê heye û li wê rêyê ve jî li rûyê peywendiyên çandî ve heta radeyeke baş peywendiyên me berev pêşve çûne. Hêvîdarîn li rûyê aborî û bazirganî û veberhênanê ve jî peywendiyên me berev pêş biçin”.

Paşê Balyozê Giştî yê Îspanya li Iraqê û şanda li gel pêşniyara wajokirina rêkkeftinameya destebirakê li navbera bajarê Malaga û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê xisterû.

Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê ji aliyê xwe ve ragihand: “xweşhalîn û pêşwaziyê li pêşniyara we ya ji bo wajokirina rêkeftinameya destebirakiya bajarê Malagaya Îspanî û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê” dikîn.

Malaga bajareke kevnarê Îspanya ye, ji aliyê Fînîqîyan ve nêzîkî 2770 sal berê hatiye avakirin û dikevê başûrê Îspanya û li ser deryaya navîne. Ev bajar li ser 11 navçeyên kargêrî de dabeş bûye, li rûyê aborî ve çaremîn bajare li ser asta Îspanya û li piştî bajarê Madrîd, Barselona, Valansya tê, hejmara nîştecihên wê 574 hezar û 654 kese.

Back to top button