CîhanRojev

Mahmut Al koça dawî kir

Mahmut Al, encama nexweşiya pênceşêrê li Stockholma paytextê Swêd  koça dawî kir. Mahmut Al yek ji reveberên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(KUK) bû.Mahmut di nava refên PDKT(KUK)ê de wek Eczaci dihat naskirin. Mahmut xwediyê kesayetek taybet û siyasetmedarek hêja bû.  Mahmut Sala 1978ê tevlî refên PDKT(KUK) bû. Mahmut li gel hevalên xwe yê rêveber xebata heyî berîpêştir ve bir.

Mahmut Al kesayetek niştimanperwer di civata Kurd de xwedî cihek taybet bû. Mahmut Al li Swêd niştecîbû. Demek dirêj bû bi nexweşiya pênceşêrê ketibû.

Mahmut Demek dirêj li himber nexweşiyê li ber xwe da. Lê mixabin roja 2.2.2022ê  li Stockholmê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button