Heyeta PAKê li Enqereyê li gel CHPyê hevdîtinek pêk anî

Heyeteke PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 02.03.2022yê li Enqereyê li  Navenda Giştî ya CHPyê hevdîtinek pêk anî.Hevdîtin li ser daxwaza PAKê pêk hat.

PAKê ji bo ku daxwazên acîl ên miletê Kurd bi AK Partî, CHP, Deva Partîsî, Gelecek Partîsî , Saadet Partîsî re parve bike, bi awayekî fermî di sala 2021ê de ji van partîyan randewû xwestîye. Heta nuha tu partîyan ev daxwaza hevdîtinê red nekirîye. Hinek partîyan gotine di demeke maqûl de dê ev hevdîtin pêk were. Lê cara yekem CHPyê hevdîtin qebûl kirîye. PAKê biryar girtîye ku , paşê ji bo ku bi HDP û bi hinek partîyên din re jî Bernameya Daxwazên Acîl parve bike, dê daxwaza hevdîtinê li wan bike.

Di hevdîtina li gel CHPyê de, heyeta PAKê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Birêzan Nûrûllah Tîmûr û Kasim Ergun pêk hatibû.

Li ser navê Serokê Giştî yê CHPyê Birêz Kemal Kiliçdaroglu, Cîhgirê  Serokê Giştî yê CHPyê Birêz Ogûz Kaan Salci pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê ji bo vê hevdîtinê spasîya CHPyê kir.

Heyeta PAKê  di vê hevdîtinê de, di heqê doza girtinê ya di derbarê PAKê de hatîye vekirin de agahdarîyên berfireh da û di çerçoweya azadîya fikrî û rêxistinî de daxwaz ji CHPyê kir ku li himberî vê doza girtinê helwestê nîşan bidin.

Di berdewamîya hevdîtinê de, heyeta PAKê bi awayekî zelal nerazîbûna xwe di derbarê operasyonên leşkerî yên Dewleta Tirkîyeyê de anî ziman û got divê şer raweste, divê PKK jî dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne û divê rêya dîyalog û çareserîya sîyasî ji bo hemû alîyên kurdan bê vekirin.

Heyeta PAKê,  bi nivîskî Bernameya Daxwazên Acîl ya ku ji 18 madeyan pêk hatî pêşkêşî CHPyê kir û bi kurtayî di derbarê  van daxwazên acîl ên miletê kurd  û nêrînên PAKê  de weha got:

’’ Me di roja 18.10.2020ê de li Enqereyê Kongreya 2yemîn a Asayî ya PAKê li dar xist û di vê kongreyê me Bernameya Daxwazên Acîl a ji 18 xalan pêk hatîye jî tesbît kir. Tecrubeya 99 salî ya Dewleta Tirkîyeyê jî îspat kirîye ku heta pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe, li Tirkîyeyê jî demokrasî pêk nayê. Ji ber vê rastîyê jî , em dibêjin ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, ji bo rê li ber pêkanîna demokrasî yê vebe, demildest van daxwazên acîl divê bicîh bibin. Van 18 xalên daxwazên acîl em dikarin bi kurtayî weha terîf bikin:

Divê nasnameya miletê kurd , di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de bêne qebûl kirin. Divê di Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê û di hemû qanûnên din de astengî û qedexeyên li ser navê Kurdistanê ji holê rabin. Divê zimanê kurdî (Kurmancî, Zazakî/Kirmanckî) bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê û divê herdu maf jî di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên peywendîdar de bêne bicîh kirin. Divê  hemû astengî û qedexeyên li pêşîya azadîya ramanî, dînî û rêkxistinî bêne rakirin. Divê destûr û qanûn rê bidin ku dezgeh û partîyên bi navê Kurdistanê bêne ava kirin. Divê hemû maf û azadî di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din de bêne garantî kirin. Divê Dewleta Tirkîyeyê dawî li hemû doz û daweyên yasayî yên li ser kesên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji ber nivîs, û gotar û axaftinên xwe,  ji ber parvekirinên di medyaya sosyal de hatine vekirin, ceza li wan hatine birîn bîne û divê hemû girtîyên sîyasî  derhal bêne berdan.  Divê Dewleta Tirkîyeyê, hemû  peymanên navnetewî  bi cîh bîne. û divê hemû şerhên xwe yên danîye ser ‘Krîterên Rêveberîyên Otonom yên Ewropayê’, ‘Peymana Mafên Zarokan’ û hemû peymanên din yên navnetewî rake û van peymanan bêkêmanî bi cih bîne. Divê Dewleta Tirkîyeyê Madeya 90emîn a Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê bicîh bîne’’.

Cîhgirê  Serokê Giştî yê CHPyê Birêz Ogûz Kaan Salci jî bixêrhatina heyeta PAKê kir û  di derbarê rewşa Tirkîyeyê, herêmê û rûdanên ku li cîhanê rûdidin de bîr û rayên CHPyê anî ziman.

Hevdîtina PAK û CHPyê di pêşkêş kirina nêrînên du alîyan de bi awayekî berhemdar derbas bû. Herdu alîyan jî girîngîya berdewamîya dîyalogên di navbera  herdu partîyan de anîn ziman.

02.03.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: