PolîtîkRojev

Serok pêşwazî li nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê kir

 Serok Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê, Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên nava proseya siyasî ya Iraqê, pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û rêyên ji bo derbaskirina astengiyên siyasî hatin guftûgokirin.

Di civînê de, pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de û hewlên ji bo hevahengî û karên hevbeş ên hikûmeta Herêmê û hikûmeta Bexdayê hatin gotûbêjkirin û amaje bi rola Netewên Yekgirtî yên di vê derbarê de hat kirin.

Rewşa siyasî û dawî guhartinên li ser asta navçe û navdewletî, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

Back to top button