DosyaRojev

Pirsa Kurd di rojeva wan de tuneye !

Roja 28ê Sibata 2022ê serokên 6 partiyên Tirk rewrismek li darxistin û belgeya ku li ser li hevkirîn dane nasandin. Herweha belgenama “Sîstema Parlamenteriyê ya Bihêz” îmzekirin. Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroglu, Seroka İYİ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal di vê rewrismê de amade bûn.

Belgenameyek ku 23 rûpelan pêkdihat eşkere kirin û serokê van her 6 partiyan axavtin kirin. Hemûyan jî behsa Tirkiya pêşerojê kirin û behsa sistema parlementerîyê kirin. Her serokê partiyekî li gora siyaseta xwe axivî û hemûyan jî behsa pirsgirêkên civatê û pêşerojê de, dema ku bibin desthilat behsa geşkirina civatê pêşdebirina Tirkiye kirin.

Di vê civînê de kesekî behsa pirsa Kurd nekir. Herweha belgenameya ku hatî ragihandin de jî navê Kurda nabûriye. Lê gelek cara dema serokên van partiyan bi tenê diaxivên yan jî dema serdana bajarên Kurda dikin, behsa pirsa Kurd dikin û dibêjin emê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev partî û serokên wan derewa dikin. Tu bernameya wan di derbarê pirsa Kurd de tuneye. Hemû jî bi awayek nijadperestî nêzikî pirsa Kurd dibin.

Bebetek din heye ku heta wek vê gavê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tu partiyekî tişta ku AKPê û Erdogan ji bo Kurda kirî nekiriye. Tevî ku Erdogan taybetî piştî li gel MHPê hevaltî kir, li dijê pirsa Kurd  axavtin kirin û gelek gotinên ku, Kurd pê aciz bibin gotin. Lê dema mikayesek li gel van partiyên din bê kirin AKPê ji hemûyan behtir di pirsa Kurd de gav avêtine.

Heta wek niha ev partiyên din pirsa Kurd de ne rastin û li dijê destxistina hinek mafên Kurdane. Başe behsa pêşeroja Tirkiye dikin û dibêjin emê sistema parlementeriyê bînin. Ji bo Kurda dema mafên wan neyên dayîn û çareseriya pirsgirêka wan di projeyên pêşerojê de cih negrê, hun çi bikin û binivîsînin ne xema Kurdaye.

Di vê derbarê de HDP jî tenê wek kampekî cuda tevdigere û li gel 6 partiyên çepên Tirk hewldana avakirina Tifaqe kî dike. Lê di bernameya wan de jî behsa çareseriya pirsa Kurd tuneye. HDPê li gel 6 partiyên çepên marjinal û Kemalist kordinasyonek pêkanîye. Çepên Tirka û çepên Kurd jî hêja li Tirkiye û bakurê Kurdistanê de salên 70ya de ne. Bi noltajiyan siyasetê dikin.

Partiyên Kurdistana Bakur, gerek vê helwesta partiyên Tirk û HDPê di derbarê pirsa Kurd de, binirxînin û bibin xwedî helwest. Mimkine HDP benda hilbijartina derbas bike û parlementeriyekî bide çend partiyên ku li dora xwe dicivîne. Lê nabe partiyên Kurd li bakurê Kurdistanê berjewendiyên miletê xwe li parlementeriyekî biguherin. Di hilbijartinên şeredariyan de ev yek gelek vekirî hate dîtin. Me dît ku çewe gelek tişt kirin qurbana şeredariyek navçeyekî. Nabe heman tişt di hilbijartinan de dubare bibe.

Gerek ji bo alî û partiyên Kurd li hemû cureyê li hevhatinan de pirsa Kurd pîvana bingehîn be. Eger ev yek neyê kirin tenê dê dûvikên HDPê dirêjtir bibe.

Pêwiste dema lihevhatinek siyasî bê ragihandin, dema Tifaqek di navbera hinek aliyên siyasî de werê rojevê, partiyên Kurd xwedî helwestek netewî bin û pîvana wan di hemû dayînstandinan de nirxên Kurdistanî bin û berjewendiyên netewî li ser berjewendiyên kesayeti re bêne girtin.

Back to top button