Hevpeyvîn

Mafê xelkê Kurdistanê ye ku deng bidin serokê xwe

Di hevpeyvînekê de ligel heftenameya Bas, Sekreterê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd rexneyên tund li Tevgera Goranê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê girtin. Duh, 23ê Hezîranê, Parlementoya Kurdistanê di civîna xwe de xwendina yekem bo 4 projeyên Goran, YNK û her du aliyên islamî derbarê pirsa Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de kir, lê parlementerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û pêkhateyên tirkmen û xirîstiyanan bşedarî civînê nebûn, vê yekê jî aloziyek xiste qada siyasî li Herêma Kurdistanê. Derbarê proejeyan 4 aliyên siyasî de, Mihemedê Hacî Mehmûd ragihand ku “Projeya aliyan muzayedeya siyasî û piştguhxistina sozên ku bi xelkê dayîn e.” YNK, Goran û du aliyên islamî di proje yasayên xwe de daxwaz kiribûn ku, Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin, Mihemedê Hacî Mehmûd jj wan aliyan re dibîje: “Ew ên ku projeyan pêşkêş dikin, bila destpêkê wan bixwînin.” Hacî Mehmûd dibêje jî ku, ne Parlementoya Kurdistanê û ne jî aliyên siyasî “sîstema parlementerî û serokayetî ji hev cûda nakin” û wiha berdewam dike “Eger sîstem serokayetî ba, Barzanî dikarî bêyî veger li parlementoyê, Pêşmergeyan bişîne Kobanê.” Derbarê çawaniya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê jî, Sekreterê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê got: “Mafê xelkê Kurdistanê ye ku deng bidin serokê xwe.”

Back to top button