Polîtîk

Hem desthilatin hem jî mixalefetin

Gotubêja li ser civîna parlementoyê ku PDK û hinek aliyên din amade nebibûn berdewam dike. Civîna parlementoya Kurdistanê ya duhî inzarek bû ji bo PDKê. Gelo eger parlementerên PDKê di parlementoyê de xemsarî nekirbûyan, dê ew civîna duhî bi piraniya endaman biciviya yan na?Ev yek pêwîste di nava PDKê bi xwe de bête nirxandin. PDK partiya herî mezine di Kurdistana Başûr de. Parlementerên PDKê ji hemû partiyan gelektirin. Wek din tê zanîn ku eger PDK bixwaze parlemento bi piranî nayê civandin. Lê duhî inzarek bû ku ji derê PDK jî civîn têne li darxistin û biryar têne standin. Di bingehê xwe de civîna duh tiştekî naguherê û pirsek teknîkî bû. Lê di aliyê siyasî de pêwîste gruba PDKê di parlementoyê de xebata xwe ber çav re derbas bikin û kemasî û xemsariya hatî kirin bibînin. Di civîna duhî de ji aliyê etîka siyasî û herweha ji bo cureyê demokrasiya Kurdistanê ne gavek baş bû. Ji ber ku 4 aliyên civîn kirin li gel PDK hukumetek hevbeş bi rêve dibin. Gruba Goran her çikas di desthilatdariyê de bê jî wek muxalefetê kar dike. Başe Goran û herdu partiyên îslamî muxalefeta çi dikin nayê zanîn. Rastiyek derketiye holê ew jî ewe ku; PDK divê ji serî heta dawiyê îtifaqên xwe yên kaşo stratejîk û ne stratejîk hemûyê berçavan re derbas bike. Pîremêrek Hewlêrî dibêje : Me dengê xwe dan PDKê daku YNK û GORAN nebin desthilat. Lê mixabin bi dengên me dayî PDKê GORAN û YNK bûn desthilat. Rojevakurd/Nûçe

Back to top button