Polîtîk

Tu aliyek nikare yekalî û ne yasayî biryarê bide

Berdevkê Frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê ragihand ku, Serokê Parlementoya Kurdistanê bêalîbûna xwe jidest da û bêyî lihevkirina niştimanî û komdengiyê, ti hêzek nikare pirsê niştimanî yekî bike. Mihemed Elî, derbarê helwesta Frakesyona Zer ji rûniştina îro Sêşemê ya parlementoyê daxuyaniyek da û ev naveroka wê ye:Derbarê rûniştina îro ya Parlementoya Kurdistanê de û xwendina proje yasaya guhertina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de. Ji hemû aliyekî re radighînin ku em dibînin danûstana ligel pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê divê di çarçoveya lihevkirina niştimanî de bê û di vê rewşê de her pêngaveke yekalî, dûr ji komdengiya niştimanî xizmeta ti aliyekî nake, ji ber rehendekî vê yasayê yê destûrî heye û guhertina vê yasayî bi zorîne û kemîne nabe. Herwiha radigînin ku ew aliyên siyasî yên din li Parlementoya Kurdistanê bi xwesepandinê danûstan ligel wê pirsê kirine, lewma careke din tekez dikin ku rehendên vê pirsê yên niştimanî hene û hewlên guhetina wê yasayê jî di demekê de ye ku, komîteya destûrê karûbarên xwe bibaşî birêve dibe, pêşkeşkirina vê projeyê di vê rewşê de, ku erkê serekî yê komîteya destûrê ye, bêqîmetkirina wê komîteyê ye.” Lewma ji raya giştî re çend xalekê diyar dikin:Rûniştina îro berovajî peyrewa navxweyî ya Parlementoya Kurdistanê bû, ji ber ku li gorî madeya (54-yekem-4) diviyabû piştî ku serokayetî vekirina rûniştinê ragihîne, navê endamên ku amade nebûna bixwîne û piştre nawê wan kesan bixwîne ku bêyî bihane amade nebûne, piştire kurteyekê ji komnivîsa rûniştina borî bixwîne û piştî wê biçe ser bernameya kar, lê di rûniştina îro de, serokayetiya parlementoyê ew madeya peyrewa navxweyî binpêkir. Tiştê ku em dilgiran kirine ew bû ku, birêz Serokê Parlementoya Kurdistanê bêalîbûna xwe jidest daye û nikariye li astê meznahiya saziya parlementoyê danûstanê ligel babetê bike û kete jêr wê milmilaniya hizbî ya ku li parlementoyê nexşe boyî hatibû danîn. Tiştî ku îro qewimî destpêkeke bo têkçûna lihevkirina siyasî, ku hikûmet û parlemento li ser pêkhatibûn û bi destpêkeke baş nadin zanin û berpirsiyaretiya wê jî dixin stûyê wan aliyên ku sedema vê rewş ne. Ji hemû aliyekî re radighînin ku pêwîstiya wê babetê bi lihevkirinê heye û take rêya danûstanê ligel babetek wiha girîng lihevkirina niştimanî û dûrketin ji muzayedeya hizbî ye.Em rola wan hemû aliyan bilind dinirxînin, ku baweriya wan bi lihevkirina niştimanî heye û neamade bûn ku beşdarî civîneke wiha bibin. Her ji vêde, xelkên Kurdistanê û cemawerên PDK piştrast dikin ku bêyî lihevkirin, tu kes û aliyek nikare yekalî biryar li ser pirseke wiha girîng bide.Frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê23.06.2915

Back to top button