Cîhan

Li ser namusa xwe sund xwarin

Duhî parlementoya Tirkiye piştî hilbijartina bi awayek fermi dest civina xwe ya yekem kir. Deniz Baykal parlementerê Antalya yê CHPê ji bo endamê parlemento yê herî bi temen bû demikî bû serokê parlementoyê û civîna yekem a sundxwarina parlementeran rêvebir. Parlementeran hemûyan, yên hemû partiyan , yên kurd û tirk , ermenê, suryanê , sune, alewî yek sund xwarin. Li ser namus û şerefa xwe sund xwarin ku ji rêbaza Ataturk xwe nadin aliyekî û herweha li himber milletê Tirk ê mezin sund xwarin ku yekitiya niştiman biparêzin.. Parlementera ji bo çi li ser namus û şerefa xwe sund xawrin?Eve deqê sunda ku xwarîn: “ Ez li himber miletê Tirk ê mezin bi namus û şerefa xwe sund dixwim ku;Serxweûn û yekitiya dewletê, yekitiya millet û niştiman a nayê ji hev veqetandin biparêzim. Desthilatdariya millet ya bê qeyd û merc, biparêzim. Ezê girêdayê serdestiya hukukê, girêdayê cumhuriyeta laîk(Secularity) û demokratîk û prensip û înqilabinAtaturk bim. Ez sund dixwim ku, ezê ji rêya parastina aramî û refahabûna civatê, hevkariya millî,bi tegahindina adaletê bi prensiba parastina mafê mirovatî û azadiya bingehîn û sedeqeta destûrê venaqetim.“ 

Back to top button