Polîtîk

Bexda ditirsê ku Musil bikeve ser herêma Kurdistanê

Li gora nûçeyeka PNA, bi nêzîkbûna dema rizgarkirina Mûsilê ji dest çekdarên DAIŞê, hinek berpirsên ereb ên Iraqê dilgiraniya xwe nîşan dane û ragihandine, ku renge Herêma Kurdistanê bajarê Mûsilê kontrol bike.   Zêdebarî wê çendê ku berpirsên hikûmeta Iraqê çend caran behsa beşdariya pêşmerge di prosesa azadkirina bajarê Mûsilê de kirine, lê ji aliyekê din çend berpirsên Iraqî dilgiraniya xwe li hember azadkirina Mûsilê nîşan dane. Ew berpirsên Iraqî ragihandine, ew ji ber wê yekê dilgiranin ku renge Herêma Kurdistanê bi rêye hêzên pêşmerge bajarê Mûislê kontrol bikin û nedin dest hikûmeta Bexdayê. Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê li parlemana Iraqê Eskender Wetwût, hêzên pêşmerge bi wê yekê tohmetbar dike ku dixwazin piştî azadkirina Mûsilê, wî bajarî jî bin Herêma Kurdistanê ve girê bidin. Ew yek di demekê de ye, ku hêzên pêşmerge ne ku li sînorê parêzgeha Mûsilê bi terorîstên DAIŞê re şer dikin. Beşek zêde ya rûniştvanên parêzgeha Mûsilê, kurd in. Di nîwa sala 2014an de, çekdarên DAIŞê êrişî wî bajarî kirin û artêşa Iraqê ji navçeyê reviya û bê şer bajar ket dest DAIŞê. Pitir ji %35ê akinciyên Mûsilê û herwiha nêzîkî %50ê axa wê parêzgehê di çarçoveya cografiya Herêma Kurdistanê de ye.  
Back to top button