Polîtîk

Mafê kurdaye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide

Cîgirê Duyem yê Sekreterê Yekîtiya niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih di panelekê de di konferansa guftûgoya Bexdayê de ragihand, destûra Iraqê beşeke mezin ji pirsgirêkên çareser kiriye, lê cibicî nebûye, mafê gelê Kurd e biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, yek ji wan biryaran jî serbixweyî ye.Di goratekê de Berhem Salih got: “Mezintirîn rûbirûbûn ew e, çînekî siyasî ya nû ava bikin, serkeftina me li Mûsilê serkeftineke mezin e bo Iraqiyan. Di heman demê de serkeftina li Mûsilê dibe sedemek bo lêvegerekê bi pirsgirêkên vî welatî. Mezintirîn pirsa Iraqiyan li hember civaka navdewletî di vî warî de ew e, çawa tundûtûjiyê rakin, çawa şikestina xîlafet DAIŞê bikine destpêka bidawîanîna tundûtûjiyê û rakirina hizra terorî.”Salih diyar kir: “Rast e piştî rûxandina rêjîma Beisê komek destkeft ketin destê me, lê divê em dan bi wê yekê jî bidin ku me şikestin jî di proseya siyasî de dît. Pirs ew e ku çawa çareseriya vê şikestinê bikin. Baştirên destpêkê ew e ku danpêdanê bi bi şikestinê bikin, pêwîst e guftûgoyeke rastî ligel hev bikin û guftûgoyekê ligel Bexdayê bikin û hemû aliyek bi zelalî nêrînên xwe diyar bike.”Berhem Salih amaje kir jî: “Em Kurd beşdarî nivîsandina destûra vî welatî bûn, destûrê beşeke mezin ji pirsgirêkên me çareser kir, lê destûr cibicî nebû û wê destûrê dîtin û hizrên me bicih neanî. Bi heman awayî di baweriya beşek ji Iraqiyan jî ew e, ku Kurdan zêdetirî mafê xwe biriye, ev jî pirsgirêkeke Iraqê ye, naxwazim bibêjim kî berpirsyar e, ev pirs divê guftûgo li ser were kirin. pêwîst e Bexda pirsgirêkên xwe bi Herêma Kurdistanê re çareser bike. pirsgirêka wê jî di yek pirsê de ye, Kurd dixwazin di çarçova Iraqê de bimînin, yan ji Iraqê cuda bibin. Mafê gelê Kurd e biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ji wan biryaran jî serbixweyî ye, pêwîst e Kurd di nava xwe de vê pirsê yekalî bikin, ku em di nava xwe de rêkeftin, divê vê pirsê bi Bexdayê re yekalî bikin, ne bi Tehran, Enqere û Washingtonê re.  Heger dixwazin bi rastî serxwebûnê bidest xwe ve bînin, divê hemû alî wan encamên ji serxwebûnê derkevin bigirin ser xwe.”Di beşeke din de Cîgirê Duyem yê Sekreterê YNKê Berhem Salih got: “Pêkhateya Sune, pêkhateyeke girîng e li Iraqê, pêkhateya herî girîng e bo çareserkirina hizra tundrewî û tekfîrî, heger dixwazin rê li pêş DAIŞiyeke din bigirin, divê Sune di hikumraniya Iraqê de beşdar be, di heman demê de jî divê ew jî berpireyatiya xwe bixin stûyê xwe de.”

Back to top button