Got “komkuji“ ji parlementoyê hate dûrxistin
Doh dema di parlementoya Tirkiye de guhertina destûrê dihat gotubêj kirin, parlementerê Stanbulê yê HDP Garo Paylan mafê axavtinê xwest û axavtinek kir. Garo Paylan eslê xwe ermeniye û li Stanbulê lista HDPê de bûye parlementer.Garo Paylan di axavtina xwe de behsa komkujiya (Jenosit) ermeniya kir. Parlementerên din yên AKPê, CHP û MHPê dema gotina komkujiyê seh kirin di cihê xwe de Garo Paylan protesto kirin.Garo Paylan axavtina xwe de got: Em demekî ji % 40 bûn. Îro em ji hezaran yekin.Ez dibêjim ev komkujiye. Em baş dizanin çi hatiye serê gelê Ermenî. Ez baş dizanim çi hatiye serê bapîrê min û pêşiyên min. Hun navekî lê bikin.Heyina me nayê qebul kirin . Em ji hezara yekin.Piştî vê berpirsên AKPê, CHP û MHP helwestek tund li dijê Garo Paylan nîşandan û bi biryara hersê partiyan Garo Paylan ji bo 3 civîna ji parlementoyê hate dûrxistin.Piştî vê yekê parlementerê HDPê Sirri Sureya axivî. Sureya gotina komkujiyê bi kar neanî. Lê got divê azadiya fikrî hebê.