Nivîsar

Mafê bîngehîn – mafê çarenûsî ye!

 

Cemal BATUN

Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistan ji pêvajoyek diyarde ya dîrokî derbas dibe. Di dinyayê de, piştî têkçûna sistema sosyalist di salên 90an a sedsala berê de, yekem car dîsa li ser guherandina nexşeyê – vê carê jî li Rojhilata Navîn tê axaftin. Ev yek ji bo – rewşa Kurd û Kurdistanê, rewşek gelek taybet / dîrokî ye. Piştî perçekirina welatê Kurdan, yekem car bi dengek bilind li ser mafê Kurd / Kurdistanê û heta damezrandina dewleta milli ya Kurd tê axaftin. Di gelek navendên girîng ên diplomatîk, lêkolerî û siyasî de – damezrandina Kurdistanê wekî giringiyek ji bo qayimkirina demokrasî û mafê mirovan li Rojhilata Navîn tê liqelem dan.

Ji xwe li Başûrê Kurdistanê pêvajoya damezrandina dewletek Kurd di warê pratîkî de bûye de-facto û di warê fermî ya navneteweyî ya dîplomatîk de jî pêngavên gelek mezin hatine avêtin. Banga Serok Barzanî – ji bo lidarxistina referendûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê dengvedan û piştgiriyek xûrt a navneteweyî dibîne. Hevdîtinên dîplomatîk di navbeyna Serokwezir Barzanî û Serokwezîrê Iraq a Federal Heyder Ebadî di navendên cîhanî yên girîng de  – wekî Washington, Paris û Londonê, wekî hevdîtinên navbeyna du aliyên girîng ji bo ewleyî î istikrara civatî, enerjîk û aborî ya herêmî û cîhanî de, tê qebûlkirin. Rewşa Rojavayê Kurdistanê tevlî kaos a ku li Suriye û Rojavayê Kurdistanê tê jiyandin jî, dê ber bi bidestxistina mafên neteweyî yên Kurd ve bikeve pêvajoyek nû de…

Di çareseriya Pirsa Kurd de:  Bakurê Kurdistanê rolek bîngehîn û motor dilîze. Mixabin li Bakur hîn jî çareseriya Pirsa Kurd di asoya Tirkiye de xuya nake. Ev yek ji aliyek ve: aloziyên tevlîhev ji bo Kurdan li Bakur, herweha ji Tirkiye re jî peyda dike. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çareseriya rasteqîn ji bo doza Kurd : pêkanîna rewşa mafê çarenûsiyê ji bo gelê Kurd e. Ev yek mafek navneteweyî ya ku di Destûra Neteweyên Yekgirtî de jî cîh girtiye. Tu rêxistinên Kurd / Kurdistanî kêmtirî mafê çarenûsî ji bo gelê Kurd divê qebûl nekin û di bîngeha xwe de: her pêvajoya çareseriyê ger di encama xwe de: mafê çarenûsiyê ji gelê Kurd re neyîne, ew pêvajoyek demî ye û ji bo gelê Kurdistanê wekî çareseriyek dawî ya stretejik nikare bête qebûlkirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Turkiye di bin navê : pêvajoya çareseriyê de, xebatek ji bo rawestandina rewşa çekdarî ya PKK tê birêvebirin. Ev pêvajo, mixabin heta îro jî, bi taybetî  ji alî raya giştî ya Kurd ve di çi radê de ye, nayête zanîn. Raya giştî ya Tirk ji pêvajoyê gelek zêdetir xwedî agahdarî ye û zêdetir jî li ser pêvajoyê xwedî bandor e. Li aliyê Kurd, ji derveyî hawîrdora serokatî ya HDP, Qendil û Imrali ve, raya giştî ne xwedî agahdarî ye. Ev yek rewşek mij û dumanê li ser doza Kurd li Bakur dike, mixabin aliyên din ên Kurd jî: wekî HAK-PAR, KADEP, PDK-Bakur, PSK, Azadî, Tevgera Ciwanên Kurdistanê û h w d – ne alî û ne xwedî zanyariyan li ser pêvajoyê ne. Ger hawîrdora PKK, li aliyek daxwaza lidarxistina Kongreya Neteweyî dike û li aliyek din pêvajoya çareseriyê li gel dewleta Tirk bireve dibe, divê raya giştî ya Kurd bi temamî ji vê pêvajoyê û protokolên van hevdîtinan bête agahdarkirin. Ji xwe, weha diyar e: ev pêvajo têkiliyek di navbeyna PKK û dewletê de ye (dibe ku di rewşa rawestandina şer li Kurdistanê de, berjewendiyek gelerî jî hebe) û bi vî awayê xwe, dê nebe: rewşa çareseriya doza Kurd li Bakurê Kurdistanê…

 

Stockholm: 08 çile 2014

_______________________

 

 

Back to top button