Serok Barzanî li gel Pêşmergeyên ji Kobanê vegeriyane civînek li dar dixe
Li gor zanyariyên fermandeyekî hêzên Pêşmergeyên ji Kobanê vegeriyane, îro 09.12.2014 piştî nîvro Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel wan civîneke taybet li dar dixe.
Ehmed Gerdî Fermandeyên Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand: “Em hatine agahdar kirin ku îro li gel Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civînek saz bikin û armanca civînê eweye ku bi xêrhatina wan Pêşmergeyan bike ku zêdetirê meheke li wî bajarê Rojavayê Kurdistanê li gel şervanên Rojavayê Kurdistanê şerê Da’îşê kirin û karîn qehremanane bergiriyê bikin û beşekî zêdeyê bajar jî azad bikin.”
Li 22.10.2014 li ser fermanê Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo bergirîkirina Kobanê, Parlemena Kurdistanê bi deng li ser wê biryarê da û hêzekî Pêşmerge ku hejmara wan 155 bûn û bi çekên giran ve çûne Kobanê. Berî çend rojek jî hêzekî ji bo cîhê wan bigrin çûne Kobanê.