Nivîsar

Ma kurmancî zimanê medeniyetê ye?

Alîkarê serokwezîr Bulent Arinc, di bernameya Televîzyonekê de daxuyaniyek wisa kiriye:
 ‘Heke şert başbin, dibe ku kurdî bi tene bibe dersa bijarte. Nexwe ji dibistanê heta zanîngehê perwerdehiya Kurdî nemimkun e. Li ber perwerdehiya kurdî astengiyên zagonî hene. Ji xeynî vê jî, heke li ber perwerdehiya kurdî astengiyên qanûnî tınebin jî, ma we bawere perdehiyeka bi kurdî biqalîte be? Ma zimanekê medeniyete ye? Em perwerdehiya zikmakî ya wisa nafikirî. Bi saya perwerdehiya bi Tirkî, him yekîtî pêk tê, him jî Tirkî zimanekê medeniyetê ye. Bi Tirkî mirov dikare  di hemû warên pewerdehiyê de xizmet bide.

Ji ‘Emê hemû mafên Kurdan bidin’ ber bi ‘ ma kurdî zimanê medeniyete ye?’ belkî birêz Arinc pê nahesê, lê di gotina wî de bêhna wateya efendiyên koloniyan heye. Emê fikra xwe ya ku  ‘Ma Kurdî zimanê medxeniyetê ye’ ji bo dawiyê bihêlin û kerem bikin em pirsen xwe bipirsin. 

1- ma berpirsiyariya dewleta ku perwerdehiyê mejbûr dike û zaroka dibe dibistanan, di xala perwerde kirine de, li hember malbatan tune ye. Yanî heke komek malbat bixwazin, ji dibistanê heta zanînghê zarokên xwe perwerde bikin, dewlet ne mecbûre vê daxwazê bîne cih? Heke tenê li herêma ku piraniya malbatan perwedehiya kurdî dixwazin, bê cih kirin, pêşî li vê gengeşiyê nayê girtin? Ma ya rast ne ewe ku hilbijartin ji malbatan re bê hilandin? (bînin bîra xwe wextekî hin siyasetvanan xwestibûn şarpeya keçikên me ji serê wan bêxin) heke ne wisa be lazim e dewlet li hember van malbatan jî derkeve.  

2- dersa Tirkî de di perwerdehiya zikmakî de parek girînge. heke dersa Tirkî bi mecbûrî bê xwendin, jihev veqetîna çandî çênabe. Ji xwe ev 90 salin dewlet vî zimanî asîmîle dike. Bi vê yekê cûdabûn çênabe

3- pêşdîtina ku li Tirkiyê hemû malbat perwerdehiya kurdî dê naxwazin, raste. Çimkî di şertên îro de, bikaranîna kurdî li gor tirkî ne firehe. Lê ji destî malbatan girtina vî mafî, ji bo malbatan şerme, xistina şuna zarokan e. Ma ne lazime ku partiya dawî ku xwedî li ‘ji bo gel, tevî gel’ derkeve AK Partî be?
Em werin ‘kurdî zimanê medeniyete ye,  an na?’ fêhm kirina mijareke civakî ewe ku têkiliyên bi îqtidara heyî re mêze kirine. Mewqiya zimanekî ya di nav civakê de jî hinge vê têkiliyê ye. Çimkî zimanek çiqas li derveyê karên rojane bê bikaranîn, ew qas pêşve diçe, dewlemend dibe, fireh dibe. Yanî zimanek çiqas di bin parastian dewletê de be, ew qas zimanê medeniyetê ye.

Ehmedê Xanî helbestvanekê kürde û gelek caran serokwezîr jê jêderk dike. di sala 1695an de pirtûka ‘Mem û Zîn’ê bi kurdî nivîsand. Dibêje min tevî gelek kesan bi kurdî nivîsand. Sedema wê jî wisa diyar dike: de tu kes nebêje kurd bê ‘esil, bêbingeh û bê m’erîfetin. Gelek millet xwedî pirtukin, bitenê kurd bênesîbin.

Xanê di dawiya helbesta xwe de dibêje ku heke tifaqa (yekîtî) me hebûya, em bihevre bûna, hingê meye dîn jî dewlet jî pêk bianaiya, ‘ilm û hikmetê jî bidest bixista.
Kurdî jî weke zimanê din parçebûna ji vî welatî hilbijartiye. Jibo vê yeke tenê jî şûna heqaretê, lazimê rêvebirên vî welatî, van zimana bidin jiyîn, ji bo hebûna wana bibin alîkar.

 

Hilal Kaplan

(Yenisafak/ Xeberênkurdî)

Back to top button