Pêşmerge pêşve diçe

Berpirsekî hêza pêşmerge li deverên dabirandîyên Kurdistanê radigihîne, ku di kombûneka navbera wezareta bergirîya Iraqê û wezareta pêşmergeya hukûmeta herêma kurdistanê de, wezareta pêşmerge daxwaz kiriye, ku hêza pêşmerge ya Kurdistanê li deverên dabirandî yên li sînorê parêzgeha Dîyalayê, bi kêmanî 10 heta 20 kîlometran ber bi pêş ve biçin.
Nûnerê wezareta pêşmergeya herêma Kurdistanê yê li deverên dabirandî general Îsmayil Serhan di bêjedanekê de ji PNA re ragihand: ´´ roja duşembîyê ya evê hefteyê li bajarê Celewla, bi amadebûna sekreterê giştîyê wezareta pêşmerge Cebar Yawer û serkirdeyê hêzên bejahî (zemînî) yên wezareta bergirîya Iraqê û çend berpirsên pile bilindên herdu alîyan, kombûnek di bareya livandina hêza pêşmerge de ber bi pêş ve hat sazkirin.´´
Îsmayil Serhan herwisa got, ku wan di ewê kombûnê de pêşniyar kirine ku li çend nawçeyên dabirandî yên li sînorî parêzgeha Dîyalayê, hêzên ser bi wezareta pêşmerge ve 10 heta 20 kilometran biçin pêş, da ku baştir bikarin alêkarîya hêzên artêşa Iraqê bikin û ser û malê hevwelatîyan li deverê biparêzin.
Nûnerê wezareta pêşmerge li deverên dabirandî herwiha da xuyakiirn: ´´ bername û çawanîya livandina hêza pêşmerge û hûrkarîyên li ser evê mijarê, di kombûnê de hatine gengeşekirin û li hember jî de, şandeya Iraqî ragihandine, ku ew dê ewê daxwaza herêma Kurdistanê bo alîyê bilindtir ji xwe bişînin.´´ Serhan got, ku ew niha çaverêyî bersiva hukûmeta navendî ya Iraqê ne da ku dest bi livandina hêzên pêşmerge bikin.
Serhan herwisa aşkira kir, ku piştî wergirtina razîbûna hukûmeta Iraqê, dê lîwaya sê ya hêza pêşmerge ku niha li sînorê bajarê Kifrîyê hatine bicihkirin, dê bihên livandin û ber bi deverên Xaneqîn, Celewla û deverên din ve bihên şandin.
Her di heman bareyê de, sekreterê giştîyê wezareta pêşmerge Cebar Yawer îro di ragihanekê de ragihandiye, ku di dema livandina lîwaya sê ya ser bi hêza pêşmerge ve, pêywsît e ku serbazgeh bo wan bihên avakirin. Yawer herwisa daye xuyakirin, ku livandina hêzên pêşmerge ji bo hevkarî û hemahengî ya li gel lîwaya çar a artêşa Iraqê ye, da ku ewlehî li devrê bihê dabînkirin û ser û malê hevwelatîyan jî bihê parastin.
Ji alîyekî din ve, rêvebirê bajarê Celewla Enwer Husên ji PNA re da xuyakirin, ku ew gelek bi ewê pêngava wezareta pêşmereg xoşhalin û ragihand, ku hatina pêşmerge bo deverê daxwazeka kevnar a hevwelatîyên devrên dabirandî bû.
Enwer Husên herwisa got:´´ hêza pêşmerge xwedanê hêz û dîrokeka kevn û dûr û dirêj e û bi dilhêsayî ve dê roleka girîng di dabînkirina asayiş û aramîyê de bo hevwelatîyan û dûrxistina terorîstan li devrê hebe.´´
Hêjayî gotinê ye, ku di sala 2007 de dema ku hêza pêşmerge ber bi ewan deveran ve hat şandin, karîn heta nêzîkî Hemrîn, deverê ji terorîstan pak bikin û bi radeyekî baş ewlehîyê bo deverê dabîn bikin, her ji ber ewê çendê jî hevwelatîyên Kurd ên deverên dabirandî çavrêyî hatina pêşmerge dikin.