Lubnaniyek xelata Légion D'honneur wergirt, êdî dora Sînemxan Bedirxan e

Adun Hemade ku ji malbateke navdarê Lubnanî ye li rêwresmeke Koşka Sanowber ya avahiya Balyozxaneya Fransa ya li Beyrutê bi beşdariya Patrîs Bawlî Balyozê Fransa li Lubnanê û çendîn kesayetiyên dinê hunermend û nivîskaran xelata Légion D’honneur (Lejyon Denor) bi navê Fransuwa Holand Serok Komarê Fransa pêşkêşî Sadun Hemadê kirin. Piştî çend axaftinan Hemedê li ser rêz û şerefa Balyozê Fransa li Lubnanê kokteyl û şîvek li dar xist.
Hêjayî gotinêye ku Sînemxan Celadet Ali Bedirxan jî sala par 2013 an de ji bo wergirtina vê xelatê hatibû destnîşankirin, pêwîste ji aliyê keseke ku wê xelatê wergirtî ve pêşkêşî Sînemxan Bedirxan bê kirin.
Bedirxan li navbera 75 kesayetiyên cîhanî de ji aliyê François Hollande Serok Komarê Fransa ve bi fermaneke 18.06.2013 ku hatiye îmzakirin hêjayî wergirtina xelata netewî ya Fransa Lejyon Denor ya beşa Şovalye hatiye destnîşankirin.
Sînemxan Celadet Ali Bedirxan yekemîn Kurde ku ji bo wergirtina vê xelatê hatiye destnîşankirin. Sînemxan keça Mîr Celadet Ali Bedirxan (Damezrînerê alfabeya Kurdî ya latînî) û Rewşen Bedirxane û hevjîna nivîskar û ronakbîrê Kurd Selah Sadallahe.
Xelata Lejyon Denor xelateke netewî ya Fransî ye ku yekemcar li sala 19.05.1802 ji aliyê Napoleon Bonaparte ve hatiye danîn ku wê demê ew Konsolê yekê yê Komara Fransa bû. Lejyon Denor xelata herî bilinde li dewleta Fransa û ji pênç beşan pêkhatiye ku ew jî beşa Şovalye, Serbazî, Fermandarî, Fermandariya Mezin û ji Xaça Mezin e.