Polîtîk

Ferda Cemiloglu: Jinên Kurdistanê fêrî Borsa yê dibin

Ferda Cemîloglu Seroka Komeleya Xanimên Karsazên Kurdistanê li daxuyaniyeke taybet de ragihand ku li avahiya komeleyê navendekî ji bo şêwirîna jinan vekirine û li wir jinên Kurd û Kurdistanî di derbarê Borsa yê de zanyariyan werdigrin û fêrî Borsayê dibin.

Berî çend heftiyek li Hewlêra Paytexta Kurdistanê navenda Komeleya Xanimên Karsazên Kurdistanê bi awayeke fermî hate vekirin ku yekemîn care li Herêma Kurdistanê navendekî bi vî awayî vedibe. Her wiha li vê navendê de ji bo danustandina bîr û ramanan û şêwirîna li gel jinan ku kar dikin yan jî dixwazin projeyek de kar bikin hatiye vekirin.

Di derbarê xebatên vê Komeleyê de, Ferda Cemiloglu Seroka Komeleya Xanimên Karsazên Kurdistanê got: “Li rastiyê de em dixwazin jinên xwedî kar û sermaye û xwedî dahat bêne pêşve û bikevin nav warê bazirganî û aboriyê. Bi navê zêdetir xizmetkirina jinên xwedî kar û ewên ku dixwazin bêne nav warên aboriyê de şêwirîn û pirsiyarên wan de alîkariyeke bê beramber bi wan dikin. Li vî warî de ji bo şêwirînê me çendîn kesên pîspor heye”.

Her wiha got: Ji bo zêdetir zanyarî pêşkêşkirina Borsa yê û şêwirîna yasayî de wekî mînak jin çawa dikarin şîrketan damezrînin me civînên fêrkirinê li dar dixîn. Her wiha ji her Wezareteke Kurdistanê jinek pîsporê beşa xwe tevlî van çalakiyên me dibin û zanyarî pêşkêşî beşdaran dikin.  

 

Back to top button