Polîtîk

Polonya piştgîriya bi dewletbûna Kurdistanê dike

Cîgirê Serokê Parlemena Polonya û senatorekî wî welatî wiha bawerin ku dema wê yekê hatiye Kurdistan wekî Kosovo û hinek welatên dinê Yekîtiya Sovyeta berê bibê dewlet.

Stevan Nee Şofeskî Cîgirê Serokê Parlemena Polonya û Maçey Groboskî Senatorê Polonî amadehî û piştgirîkirina xwe ya ji bo dewletbûna Kurdistanê ragihand. 

Berpirsên Polonya Herêma Kurdistan û gelê Kurd wekî gelê Polonî dibînin ku dema derbasbûyî de wekî hev rûbirûyê êş û janên li bin destê dagîrkeran bûne. Stevan Nee Şofeskî Cîgirê Serokê Parlemena Polonya zanyariyeke tevahî li dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurd û Helebçe û jenosayda gelê Kurd de heye. 

Her wiha ew her li destpêka axaftina xwe de behsa şoreşa Kurd ya bi rêberayetiya Mistefa Barzanî kiriye û Cîgirê Serokê Parlemena Polonya gotiye: “Dema wê yekê hatiye Herêma Kurdistanê serbixweyî ya xwe wergirê. Lê belê bi awayeke aştiyane li gel Hikûmeta Bexda”.

Back to top button