Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, bi minasebeta 99 saliya îmzekirina Peymana Lozanê daxûyaniyek li ser hesabê Xwe yê Twitterê belav kir.
Kilçdaroglu dibêje:
Em Gazî Mustafa Kemal Ataturk, Îsmet Înonu û hemû lehengên têkoşîna me ya neteweyî pîroz dikin ku serkeftineke mezin a dîplomasiyê îmze kirine û rê li serxwebûna Tirkiye vekirine. Ez 99 saliya Peymana Aştiyê ya Lozanê bi rêz û minetekî mezin bi bîr tînim.
Peymana Aştiyê ya Lozanê de, me têkoşîna xwe ya neteweyî bi serkeftineke mezin a dîplomatîk destveanî.
Ez bi minasebeta 99mîn salvegera Peymana Aşitî ya Lozanê de cardin dibêjim:Dema parlemento vebe teklifa ewil em bidin,dê daxwaz bikin ku roja Lozanê bibe cejnek fermî.Lozan seneda tapoya welatê me ye.