Serokê şeredariya Stanbulê Ekrem Imamoglu bi minasebeta 99 saliya peymana Lozanê peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir. Tê zanîn ku Imamoglu bi dengên HDPê bû serokê şeredariya Stanbulê. Lê tu cara bi erênî behsa poirsa Kurd nekiriye û tê zanin ku,keseke kemalist e.
Imamoglu peyama xwe de dibêje: ” Peymana Lozanê ya aşitîyê giyanê tekoşîna netewî li ser mase yê diplomasiyê ye. Bekgeya serxwebûna Tirkiye ya siyasî û darayî ye. Em deyndarê endenizyarên Cumhuriyetê ne. Ez bi rêz û minet bi bîr tînim.”