Lotikxane

Ev bû çar sal zêde ku ew Kurdan didin kenandin, tabûyan dişkînin, ji tiştên trajîk mîzahê derdixin û siyaseta netewî bi awayekî din dimeşînin. Ji roja pêşî heta îro ti partî, sazî, şexsiyetên Kurd nemaye ku henekên xwe bi wan nekirine. Karê wan pêkenî ye. Ji hemû malperan cudatir weşanek bi serê xwe dikin. Li gor wan ew dixwazin “rihê netewî” bi gotinên qerfî pêşde bibin.

Em behsa malpereke qerfî dikin: Lotikxane. Ez ê behsa du xebatkarên Lotikxanê bikim. Ew herdu jî di axafinê de (ne wek nivîsên xwe) ciddî xûya dikirin.

35 karakteran afirandiye

Kesê yekem, avakerê malperê heta niha di malperê de 35 karakter afirandiye û hemûyan jî didomîne.

Yên herî zêde tên naskirin Xaltîka Fatê, Pîrkemal, Tecawizcî Coşkun, Sofî Xelef, Zugurt Axa û hwd… Naxwaze navê wî bê nivîsandin û wêneyê wî bê kişandin. Ji ber vê yekê wî pişta xwe da me, Bavê Jîndar jî berê xwe da me û wiha me wêneyê wan kişand.

Belê sedemê xwe veşartinê bala me dikişîne: “Lotikxane ji xwe re hem dijmin û hem jî dostan peyda dike, di nava Kurdan de jî û li derveyê Kurdan jî. Bi taybetî pêkenînên ku me li ser Atatürk nivîsand gelek Tirk aciz kirin, heta em tehdît jî kirin. Lê sedemên xweveşartinê ne tenê ev in.” Ji ber ku projeyekî wan a nû heye û bi riya projeyê wê derkeve pêşiya çapameniyê, wî nexwest navê xwe bide û nehîşt em wêneyê wî jî bikşînin. Ji bo kesên meraqdar çend gotin: Ev kes berê bi salan bi hunera muzîkê ve mijûl bûye, du roman nivîsandine, li Kölnê dijî, rojê 8 saetan kar dike û di demên din de amadekariya malperê dike. Nivîsarên malperê ji sedî not ew amade dike. Lê tiştê ku me fahm nekir, kesekî ku dikare mirovan bide kenîn, çima di rûniştina xwe de ewqas bêdeng dimîne. Piştê çend pirsên me yên bi israr wî xwe eşkere kir.

Ew Brîndar e. Di salên 80 û 90’an de me bi deng û stranên wî, wî nasdikir. Ji mêjde ye Brîndar nastire; lê di vê navberê de pirtûk nivîsand û malpera Lotikxane birêvebir.

“Hevîrtirşê min ji Nisêbînê ye”

Lotikên ku ew ji sala 2006’an heta îro bê navber davêje bêhtir bêhna Nisêbînê, Torê û Mêrdînê jê tê. Wî ev yek qebûl kir. Di berdewamiya gotûbêja me ya di derbarê mîzaha kurdî de wî bibîranî ku ew 30 sal e li Almanyayê dijî û hîn jî wek li gundê xwe dijî, hestên welat pê re xurt in. Bi devê xwe wî rasterast wiha got: “Hevîrtirşê min ji Nisêbînê ye.” Em jê taybetiyên Nisêbînê û rayên mîzaha ku ew dike, dipirsin. “Em xalanê Musa Anter in. Li Taxa Qişleyê mezin bûme. Ew tax wek Taxa Qereciyan tê naskirin. Zaroktiya min di nava wan de derbas bû. Gundê Stîlê jî nêzikê me ye. Herwiha eşîrên Edmankî û Mehmûdkî hene; wek herêma Omeriya tê naskirin. Bandora vê civatê li ser min heye.” Di berdewamiya axaftina xwe de bibîrtîne ku li herêma Omeriyan herkesî ji hev re hemû gotin digotin lê ti kes nedixeyîdî.

“Pêkenîn nebûya, Kurdan nikaribû ewqas derdan bikişanda”

Em vedigerin ser bavê Jîndar. Bavê Jîndar, Bavê Ronahî an Xalidê Hekarî… Ew hem ji Hekarîyan e, hem jî bi rastî bavê Ronahî û Jîndarê ye. Li ser nebatan, lawiran dinivisîne û zêdetir ji zargotinan berhev dike. “Cara yekem e ku Kurdek li ser van mijaran dinivîsîne. Ew jî jiyana Kurdan wek jiyana bi êş, bi keder, bi mirin, îşkence, koç û wendabûyînê dinirxîne. “Lê belê” dibêje, “Kurd eger ji mîzahê dûrbûna, wê nemana. Li gel ewqas êş û felaketan sedemê hebûna Kurdan, pêkenîn e. Kurd ji mirinê jî, ji sewal û giyayan jî, ji mele û sofiyan jî, ji axa û sêxan jî pêkenîn derxistine. Çi bijîn, bi wî dikenin. Tişt nemaya ku Kurd pê nakenin. Ev kenî dibe enerjiya ku li ser lingên xwe bimînin.”

“Kurd bi xwe dikenin”

Wek her netewî Kurd jî bi hinek tiştan dikenin, bi hinek tiştan digirîn. Em ji wan dixwazin ku vê yekê ronî bikin. Xaltîka Fatê dest bi axaftinê dike: “Kurd beriya her tiştî bi xwe dikenin. Em jî vê yekê derdixin holê û bi me dikenin. Ti serokekî Kurd tuneye ku di derbarê wî de pêkenî tune be. Mînak Mam Celal belkî 20 pêkenî li ser wî hene.” Bavê Jîndar di vê navberê de axaftina xwe amade dike. Em li wî vedigerin: “Kenîn bi axaftinê ve girêdayî ye. Mirov piştî ku hînê axaftinê bûye, di heman demî de hînê keninê jî bûye. Zarok jî tiştekî ecêb dibînin, dikenin lê nizanin ji bo cî dikenin. Lê mezin, dema ku tiştekî tê bîra wan, dikenin. Yanî ji bo keniyê fahmkirin û serpêhatî divê.”

“Armanca me afirandina rihê netewî ye”

Xaltîka Fatê di dawiya axaftina xwe de dibêje ku ew bi gotarên xwe jî dikene. Gotin gotinê vedike û mijar diçe ser tiştên şermê… Herdu bi hev re ji bo mîzahê daxwaziya bê sînoriyê dikin. Pêşî Xaltîka Fatê diaxife: “Em di pêkenînên xwe de her tiştî rexne dikin, her kesî rexne dikin, lê dijminatiyê nakin. Armanca me ya bingehîn ew e ku em bi pêkenînê rihê netewî ava bikin.”

Em pirsa wêneyên jinan ên tazî dikin. Gelo ew çima van wêneyan diweşînin. Kurd nerazîbûna xwe nîşan nadin? Xaltîka Fatê dîsa bersiv dide: “Na, kes nerazîbûnê nîşan nade. Ev demek e ku ez wan wêneyan êdî zêde naweşînim, lê dibînim ku ev yek dibe sedem ku hindiktir kes malperê bitikînin.

Dema ku wêne hebin, mêvanên malperê jî zêde dibin. Ev jî rastiyeke Kurdan e.” Bavê Jîndar: “Em tiştekî ji serê xwe nabêjin, tiştê ku heye em wî nîşan didin. Kî çi bike, em behsa wî dikin. Jin xwe tazî dike ne şerm e, ma dema ku em wê diweşînin şerm e. Kirin ne şerm e, lê gotin şerm e?”

Mehmet Sebatli

(Kurdistan Post)

Nerîna min :