Ocalan dixwaze çi bike ?

Wek tê zanîn serokê PKK-ê Ocalan ji baregeha Îmralî dîtinên xwe di derbarê rojevê de dibêje. Heftiyê carekî Ocalan bi rêya “Parêzerên“ xwe dîtinên xwe ji raya giştî re dide xuyakirin û ev dîtin ji raya giştî zêdetir wek fermanekiye jo PKK/BDP-ê.

Herî dawî Ocalan di hevdîtina xwe de behsa rojeva siyasî dike û bi çi mebestêye mirov tê nagihe behsa hinek tiştên kevin jî dike. Di hevdîtina dawî de, du babetên gelek girîng hebûn.

Ocalan li ser daxwaz û armancêk PKK-ê dibêje: “ Em federasyonê naxwazin, konfederasyonê naxwazin, dewletek cuda jî naxwazin. Ji xwe dewletê bidin me jî em naxwazin. Em dixwazin di nav tixûbê komarê de mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û wek mirovên azad bijîn”

Niha kurd hemî yan jî piraniya kurdan dîtinên Ocalan dizanin. Lê piraniya PKK/BDP-ê mimkine ku bi dîtinên Ocalan tê nagihin. Ji bo ku tişta piraniya caran KCK/KCD dike  bi dîtinên Ocalan re gelekî nagunce. Piraniya cara berpirsên BDP-ê daxuyaniyekî didin yan jî di hinek derbaran de çelakiyan dikin, di hevdîtinekî de Ocalan dijê karên ku ew dikin,  helwestê dide nîşandan û wan bi nezanînê û hinek tiştên din tawanbar dike. Ew jî wek tiştek nebûye di medyayê de pişgiriya gotinên Ocalan dikin û xwe di hinek waran de kêm dibînin.

Di beşek din di goatara xwe de Ocalan dibêje: Piştî derketina PKK, wê demê rêveberîya başûrê Kurdistanê jî li dijî PKK hevkarî li gel Gladîoyê kirin. Piştre Sûrîye û Îran jî ketin di nav vê îttîfaqa Gladîoyê. Tê zanîn, berî niha NATO Xelata Aşitiya NATO yê da Barzanî. Ev xelat jî têkildarîya vê tifaqê nîşan dide. Wêneyên Barzanî, Necatî Ozgen û hinek îtîrafkaran îspata vê têkilîyê ye“

Ocalan roja roj ve dijitiya destkeftiyên Kurdistana Başûr dike. Lê kurdên Başûr bi awayê ku serokê PKK-ê dijitiya wan dike , ew dijitiya Ocalan û PKK-ê nakin. Em hemî dizanin ji sala 1991-ê dema Kurdistana Başûr azad bû helwesta PKK-ê li himberî vê destkeftiya dîrokî ya kurda çibû. Em dizanin Ocalan ev destkeftina Kurdistana Başûr wek xencerekî di pişta alema erebî de nirxand. Rewşa PKK-ê, li gel Surî, îranê û Iraqa Sedam baş tê zanîn. Dema mirov behsa konaqa sala 1984-ê heta 1999-ê bike, herkes dizanê pêwendiyên di herêmê de çibûn û kî zilamê kî bû.

Îro li Başûrê welat pêvajoyek din destpêkiriye. Mimkine gelek waran de rexne li hukumeta Kurdistana Başûr bîne kirin, lê ev daxuyaniya Ocalan di derbarê Kurdistana Başûr de, zererê dide tevgera kurd û herweha ew yekitiya di nav kurdan de peyda bûyî dixwaze aloz bike. Eve demeke şûna tundî û tujiyê, kultura diyalog û dayînstandinê di nav tevgera kurd de peyda bûye. Dixweyê hinek ji vê yekê ne rihetin.

Ji aliyek din tiştên Ocalan di derbarê serokê herêma Kurdistanê de dibêje ne rastin. Lê îro ji bo çi Ocalan behsa van tiştan dike cihê pirsêye. Ew bi xwe jî baş dide kifşkirin ku, ka gelo kî pêwendî li gel Gladîo û Rêxistina Terorista Ergenekonê hene. Ji berî herkesî li ser vê beyana Ocalan berpirsiyariyek dikeve li ser milê berpirsên PKK-ê û BDP-ê ku, dîtinek xwe ji raya giştîre bêjin.

Xelata NATO ya aşitiyê baş dide nîşandan ku, hêdî dinya çewe li tevgera kurd dinêre û taybetî kesayeta serokê Kurdistanê çikas jo bo kurdan di cîhanê de bûye sembola ehtubarê.

Tu kes wek PDK-ê pêwendiyên Ocalan û PKK-ê baş nizane. Ew gelek baş dizanin ku, di hinek qonaxan de pêwendiyên PKK-ê li herêmê çewebûn. Di destê wan de bi hezaran belgename hene. Lê ew ji bo nakokî di nav tevgera kurd de pêyda nebin, pirsgirêkên di nav kurdan de heyîn bi awaye demokratîk bîne çareserkirin hewl didin. Piraniya caran bersiva va gotinên ku bi vî awayî tên kirin jî nadin.

Îro piraniya medya Kurdistana Başûr pişgiriya çelakiyên BDPê- li Bakur dike, hinek berpirsên PDK-ê pişgiriya helwestên Ocalan û PKK-ê li Bakur dikin û van tiştan di nivîsên xwe de dibêjin. Lê dixweyê ew bi xwe jî, ji rastiya Kurdistana Bakur dûrin.

Lê gotinên Ocalan di nav tevgera PKK/BDP-ê de rast tên qebûl kirin. Evy ek jî dibe sedemek ku rastî çewt tê fam kirin. Ji bo ronî kirina raya giştî li Kurdistana Bakur pêwîste PDK bi awayekî di derbarê hinek pirsan de helwestekî diyar bike.

15.01.2011
Dara Bilek

Nêrînek

  1. Ne tenê Ocalan, derdora wî jî tevda dijitîya Kurd û kurdistanê dikin.. Lê mixabin rêzdarên weki cenabê te jî hîna hay jê nînen..\nJi berku heta roja îro jî, hûn BDP, PKK..hwd weki rêxistinên Kurd dinirxînin û berê Kurdan hîna jî diin wan parttîyan, an jî wan kesan.\n\nÊdî her ti$t dîyare.! Ew partî bi destê ergenekonê karê xa dime$înin û dixazin bi navê/destê Kurdan, doza Kurd û kurdistanê pa$va bixinin.\nMa dîroka “Hespên Trûva” yê nayê bîra we.\nÎro partîyên weki BDP, PKK..hwd “hespê Trûva”yê tirkan e, û dixazin, doza Kurd û Kurdistanê têk bibin. Helanan jî wusa kirin û Akad têk birin. \n\nEger Kurd jî naxazin têk biçin, bila dev ji partîyên ergenekon berdin. Dibe ku carna ew partî jî, ti$tên ba$ bibên ji, bila ew me nxapîne.. Ji berku edî ergenekon jî dizane ku, weki berê dijitîya Kurdan sernakeve, pêwîste ku carna ti$tên ba$ bên gotin ku, demek din hindik kurdan bixapînin..hwd. \n\n(Demjmêrek xirabe jî, 24 demjmêranda, demê du caran ba$ nî$an dide, lê ew demjmêr dîsa jî xirabe ye..BDP û PKK..hwd jî weki demjmêrak xirabe ne.) \n\nRastî jî em nikarin bibêjin ku ergenekon heta roja îro serneketîye.!

Nerîna min :