Cîhan

Tunis:Serokê dewletê terka welat kir

Zeynel Abidin Bin Ali eve 23 sale serokkomarê Tunise. Li gora nûçeya televizyona El Cezîre Serokkomarê Tunus ji ber serhildana civakî ya ku eve demeke berdevam dike ji dev desthilatdariya xwe berda û welatê xwe terikand.

Eve zêdeyî mehekiye xelkê Tunis dijê serokkomar  Zeynel Abidîn xwepêşandana dikin û îstifaya wî dixwazin. Her roj xelk li meydana xwepêşandana pêktînin. Heta niha li gora hêjmara hukumetê dayî 23 kes di van xwepêşandanan de bi destê polis jiyana ji dest dane û seda kes jî birîndar bûne.Lê partiyên muxalefetê û xelkên deverê dibêjin ku hijmara kuştiyan gelektire.

Serokwezîr li gel partiyên muxalefetê hevdîtina dike û di encama van hevdîtinan de biryara ku serokkomar ji welat derkeve hatiye dayîn. Herweha niha amadebûn têne kirin ku, hukumetek hevbeş ji hemi partiyan bête avakirin û piştre hilbijartin çêbibin.

Bi derketina serokkomar ji Tunisê, qonaxa desthilatdariya yek partiyekî dawî hat û pêvajoyek nû li welat destpê dike. Li gora agahdariyan li welatê Tunis tevgera Islamî rêxistina herî bi hêz e.Li gora pisporên siyasî dê hilbijirtina de tevgera islamî dengên herî zêde dest bêxe.

Back to top button