Polîtîk

Lîsteya Goranê dil heye ji hevbendiya hêzên kurdî cihê bibe

Li gora nûçeya ku AKnews ragihandî, endamê Lîsteya Goranê Şoreş Hacî îro di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got, “Serkirdeyên Goranê dê îro civîneke girîng saz bikin û tê de çend biryaran bidin. Pêşniyara wê çendê jî heye ku Lîsteya Goranê xwe ji Hevbendiya Grûbên Kurdistanî vekêşe.”

Şoreş got, “Ji bo ku em bikaribin di nav pêvajoya siyasî de pêş ve biçin, gelek alternatîf li ber me hene. Her tişt li ber guherînê ye.”
 
Şoreş qala sedema pêşniyara vekêşîna Lîsteya Goranê ji Hevbendiya Grûbên Niştîmanî nekir û tenê got, ” Her tişt dê piştî civîna îro aşkere bibe.”

Bizava Goranê ya bi serokatiya Newşîrwan Mistefa li dawiya 2006ê ji ber çend pirsgirêkên navxwe yên YNKê ya bi serokatiya Celal Talebanî ji wê partiyê cihê bû û li 25ê tîrmehê 2009ê beşdarî hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê bû û ji 111 kursiyên di nav parlamentoya Kurdistanê 25 kursî bi dest xistin. Di hilbijartina parlamentoya Iraqê de jî 8 kursî bi dest xistin.

Back to top button