Cîhan

Li Pakîstanê 30 kamyonên NATOyê hatin şewitandin

Kamyonên ku dixwest sewqiyatê ji bo leşkerên NATO yê Afganîstanê bike li Pakîstanê restê êrîşî hatin û di êrîşê de 30 kamyon hatin şewitandi.

Li gor daxuyaniyê nêzîkî 20 çekdarên nasnameyê wan nediyar bi çek û roketên biçûkê re êrîş birin li ser tankerên petrolê NATOyê.

Êrîş ji beriya berbangê hate kirin. Kamyonên sewqiyatê  li nêzîkî bajarê Sîbî di restorantekî de hatîbûn parkkirin û kesên êrîşkar ji tarîtiya şevê bi awayekî dizî kamyonan şewitandin.

Ji 30ê Îlonê heta niha Pakîstan rêya derbasbûyînî serete girtîbu jiber girtina rêya esasî demekî drêje kamyonên ku  ji bo yekîneyên Amerîka û NATOyê sewqiyat dikin bi êrîşên dizî re rû bi rû dimînin.

Biryara girtina rêya esasiya Pakîstan, ji ber êrîşên NATOyê hatîbû stendin . Di êrîşa kopterên NATOyê de 2 leşkerên Pakîstanî hatîbû kuştin. NATO û DYA lêborîna xwe ji Pakîstanê xwestîbûn lê kuştina 2 leşkerên Pakîstanî ji aliyê raya giştiyê Pakîstanê ve gelek car hatîbû şermezarkirin.

Di roja çarşemê de jî 70 kamyonên sewqiyatê hatîbûn şewitandin û şofyarek jî hatîbû kuştin. Rêveberiya Pakîstanê destnîşan dikin ku berpirsyarên êrîşê terorîstên Talîbanin.

Back to top button