Polîtîk

Lîsteya Goran dibe partiya siyasî

 

Newşêrwan Mistefa serokê lîsteya Goran roja 25.03.2010ê nameyeke fermî ji wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê re şandiye û tê de daxaza destûrê (îzin) kireye ku lîsteya Goran weke patiyeke siyasî li herêma Kurdistanê bê qebûl kirin.
Newşêrwan di nameya xwe de, ya ku bo wezareta navxwe şandiye, dibêje: Şertên me yên qanûnî timam bûne û her ji ber vê yekê em daxaz dikin ku bi navê Bizava Goran, li gor qanûna jimare 17 a sala 1993ê, îzna qanûnî bidin me.”

Mistefa bi nameya xwe re navê 65 kesên avakerên lîsteya Goranê ji bo wezareta navxwe şandine, ku hidek ji wan navan evên li jêr in ku, ew hemû beriya nuha endamên polîtburoya Yekêtiya Niaştimaniya Kurdistanê bûn.

1- Newşêrwan Mistefa weke serokê lîsteya Goranê
2- Omerî Seîd Elî
3- Mihemed Tewfîq
4- Osman Hacî Mehmûd
5- Qadrê Hecî Elî
6- Mistefa Seîd Qadir

Wezareta navxwe a herêma Kurdistanê jî li gor qanûnê lêkolînê li ser daxaza lîsteya Goranê, bername û armancên wê dike û eger şertên wê hemû timam bûn, birayarê li ser dide.

Back to top button