Polîtîk

Barzanî: Tirkiye ji bo Iraqê girîng e

Li gora bjedana rêvebirê nivîsgeha Nêçîrvan Barzanî jî ku li Ankara ragihand, ku Nêçîrvan Barzanî li ser daxwazeka fermîya hukûmeta Trkiye bi vê serdanê rabûye û li koşka encûmena wezîrên Tirkiye, serokê wezîrên Turkiye Receb Teyib Erdogan bi germî pêşwazîya li wî kir.

Serbaz Hewramî yê ku rêvibirê nivisgeha Nêçîrvan Barzanî ye, weha da nîşandan ku Receb Teyib Erdogan şadbûna xwe bi vê serdana Nêçîrvan Barzanî da nîşandan û tekez kir, ku divê Iraqî hemû li jêr sîbera destûrê bi hev re bijîn û Turkiye jî, dixwaze ku rewşa Iraqê xweş bibe.

Nêçîrvan Barzanî spasîya serokê wezîrên Tirkiye kir û tekezî li ser giringîya Tirkiye ji herêma Kurdistanê re û ji Iraqê re kir. Nêçîrvan Barzanî got, ku pêngavên Tirkiye yên li herêma Kurdistanê giring in û geşbînîya xwe di warê pêşkevtina peywendîyên navbera herdu alîyan de da nîşandan.

Di kombûna navbera Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derveyê Tirkiye Ehmed Dawûdoglû jî de, behsa rewşa Iraqê bi giştî hat kirin û Ehmed Dawûdoglû bi germî pêşwazîya Nêçîrvan Barzanî kir. Herdu alîyan jî, pesnê prosesa hilbijartinên evê dawîyê yên Iraqê û prosesa siaysîya Iraqê kirin.

Nêçîrvan Barzanî got, ku Turkiye ji Iraqê re û ji herêma kurdistanê re giring e û pesnê rola Turkiye da.

Back to top button