Bedirxan

Çapkirina berhemên Mîr Celadet Bedirxan

Çapkirina berhemên Celadet Alî Bedirxan didome

Avesta, çapkirina berhemên Bedirxaniyan û bi taybetî ên Celadet alî Bedirxan didomîne. Heta niha berhemên ku hatine çapkirin ev in:

– De La Question Kurde / Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensî û tirkî)
– Were Dotmam (Şiîrên Hawarê)

– Kürtçe Gramer (tevî Roger Lescot, bi tirkî, 3 çap, yek jê taybet)

– Edirne Sukûtunun İç Yüzü (tevî Kamiran Bedirxan, bi osmanî)

– Kurd û Welatê Wan Kurdistan

– Hevind (şano)

– Ferheng (Kurdî-Kurdî, 2 çap, yek jê taybet)

– Kürt Sorunu Kökeni ve Nedenleri / Blêç Şêrko

– Dotmam / Rewşen Bedirxan

– Elifbêya Min / Kamiran Alî Bedirxan

– Kulîlkên Ezêb / Kamiran Alî Bedirxan

– Conî û Cimêma (werger)

– Çarînên Xeyam ( Werger)

Û vêga berhemek din li van berheman zêde dibe:

– Bingehên Gramêra Kurdmancî.

Salih Akin, di pêşgotina kitêbê de wiha dinivîse:

Ji bo ku zimanek bê parastin divê ew bê nivisandin. Zimanekî niviskî ne tenê çêtir dikare bê hînkirin, ew her wiha danîşana netewbûnê ye. Bi tescîl û arşîvkirina ziman, bi damezrandina gramerek ji bo zimanekî ku jê bêpar e, Bedirxaniyan gihîştin armancên xwe yên ku bi rêya siyasetê nikaribûn bimeşînin.

Naveroka gramerê jî ji yên din gelekî cudatir e. Ev gramer yekemîn gramer e ku li gor metodên berhevdana zimanasiyê hatiye avakirin. Qaîde û rêbaz, ne tenê li gor devok û axaftina çend kesan hatine tespît kirin, lê di çerçoveya çavdêrî, lêkolîn û anketan ku li gelek deverên kurmanjîaxêf hatine lidarxistin. Daneyên ku bi van lêkolînan hatine berhevkirin di bin serenavê “navdêr, mêjer, tewang, veqetandek, pronav û rengdêr” de tên danasîn.

CELADET ALÎ BEDIRXAN

Di sala 1893an de li Stembolê hatiye dinyayê. Neviyê Mîr Bedirxan Paşa ye. Dibistana yekemîn û a navîn li Stembolê xwend. Di Şerê Cîhanê ê Yekemîn de di nav Artêşa Osmanî de li Eniya Kafkas bû. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, ji bo yekîtiya eşîrên Kurd pêk bîne xebitî, lê bi ser neket. Di sala 1922an de tevî birayê xwe Kamiran Alî Bedirxan çû Almanyayê û li wir xwendina xwe domand. Di 1925an de derbasî Rojhilata Navîn bû, piştî demekê li Kahîre ma, çû Sûrî û li wir bi cih bû. Li binxetê bi Haco Axa û ronakbîrên din ên Kurd re Xoybûn ava kirin. Di salên 30î de dest bi xebatên kulturî kir. Berpirsiyar û xwediyê kovara Hawar û Ronahî bû. Elfabeya Kurdî bi latînî çêkir. Li ser gramera Kurdî xebatên gelekî girîng kirin. Celadet Alî Bedirxan, di 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê çû ser dilovaniya xwe.

Bingehên Gramêra Kurdmancî

Celadet Alî Bedirxan

ISBN: 978-9944-382-92-2

19.5×13, 96 rûpel, 8 TL

www.avestakitap.com

Back to top button