Kurdistan tê bombebaran kirin

Zaxo -Jêderekî ji tîma yekema hêzên pasevanên sînor li parêzgeha Duhokê ji PNA re da xuyakirin, ku dohî di demjimar 09:20-ê serê sibehê de, topxaneya leşkerên Tirkiye deverên Mizdûrê û Heftenînê yên girêdayî qezaya Zaxo topbaran kir.

Evî jêderê ku nexwezt navê wî aşkira bibe ji PNA re got, ku bêtirî 16 gulleyên topan li evan deveran kevtin û ti ziyanên giyanî jê çê nebûn. Belê weha da xuyakirin, ku ziyanên keresteyî (maddî) çê bûn û gelek zevîyên xelkên ewan deveran şewitîn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: