Li Selahedînê rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke bilinda danustandkara lîsta hevalbenda El Iraqiye kir ku bi Serokatiya Dr Raf Îsawî Cîgirê Serok Wezîrên Iraqa Federal û endametiya kesêtî yên bi nav û dengên di nava vê lîstê de pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de ku Dr Roj Nurî Şaweys Cîgirê Serok Wezîran û Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqa Federal û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amadebûn, dîtin û nêrînên li dor rewşa siyasî ya piştî ragihandina encamên hilbijartinên vê dawiyê ya civata nûnerên Iraqa Federal de danûstandin kirin û her du alî li hevbûn ku her çend hejmareke kêmasî hebûn jî, lê prosesa hilbijartinan bi awayeke baş birêveçu û her wiha hewcedariyên qonaxa bê û girîngiya hevkariya di navbera hêzên siyasî bi awayekî ku xwestekên hemû pêkhatên Iraqê mîsoger bike, hate guftûgo kirin.
Her wiha di vê hevdîtinê de balkişandin li ser wan guftûgo û şêwiriyên di navbera lîsteyên serketî yên hilbijartinê de birêve diçin, wekî destpêkek ji bo çêkirina hevpeymaniya pêwîst hate dîtin û her du alî tekez li ser wê yekê kir ku nabê tu lîst û aliyek ji prosesa siyasiya bê ya Iraqê de bête dûr xistin.