Civak

Gelo kî rast dibêje ?

Li paytexta Almanya bajarê Berlinê, wezîrê Kultur û Turîzmê yê Tirkiyê Ertuğrul Günay beşdarî vekirina Fuara Borsa navnetewî ya 44’mîn bû…

Li Katedraliya Frensî, Koroya Şaristanuyan ya Antakya konsertek da. Di konsertê de li kêleka wezîrê Tirkiyê hunermendê Kurd yê navdar Şivan Perwer jî amade bû.

Koro, strana „Memleketim“ ango (Welatê Min) ku li Tirkiyê bûye sembola faşîzmê û ew di 80’an de li zindanên weke Diyarbekirê, weke metodekî êşkenceyê dihate bikaranîn, xwend.

Dema ku stranbêja Koroyê ew stran xwend her kesî lê vegerand. Şivan Perwer jî mikrofon girt û ew stran bi wan re xwend.

Stranxwendina Şivan Perwer bû sedema ku ew gelekî were rexnekirin.

Dema ku nûçeya xwendina Şivan ya strana „Memleketim“ di medyayê de hate weşandin, Şivan rabû di malpera Rizgarî de daxuyaniyek weşand û medyaya Tirk ku nûçeya xwendina stranê weşandibû, derewîn derxist.

Di malpera Rizgarî de, nûçeyek bi îmzeya Yado Ciwan di bin sernivîsa „Şivan Perwer çapemeniya tirk derewand…“ hatibû weşandin. Şivan Perwer daxuyaniyek dabû malperê û têde gotibû ku ewî strana “memleketim” nexwendiye, li ser vê stranê jî ti daxuyanî nedaye ti kesî û ev nûçe derewandin.

Şivan Perwer wiha diyar kiribû, „Strana “memleketim“ jî piştî ku ez derketim ser sehnê hate gotin. Ez bixwazim vê stranê bibêjim jî, nikarim bisitirim. Ji ber ku gotinên wê nizanim. Herweha piştî konserê jî min li ser vê stranê ti daxuyanî nedaye tikesî. Min şîroveyeke bi vî rengî nekiriye.“

Lê belê, piştî ku vîdyoyên wê konsertê di internetê de hatine weşandin, eşkere bû ku Şivan Perwer ew stran xwendiye û di dema xwnedina stranê de jî, pir bi kêf xuya dike.

Strana „Memleketim“ hezkirina ji netewan Tirk tîne ziman. Dengê wê stranê di dema derbeya eskerî de li Tirkiyê, li dijî şoreşgerên Kurd û Tirk, yên ku di zindanan de li ber xwe didan, dihate bilindkirin. Stran weke sembola faşîzmê tê nirxandin. stranê:

Her wiha di dema dagîrkirina Qibrisê de, strana Memleketim, ji bo ku netewa Tirkiyê û miletperestiya Tirk were hezkirin bêhtir hatibû belavkirin.

(Avesta)

Fermo li wideo temaşe bikin:

Back to top button