Civak

Jina kurd: Nazê, Zulfê û Zînê

Zaxo – Li Kurdistanê jin di gelek warî de û taybetî ji bo debara mala xwe bikin mil didin milê mêrên xwe û kar dikin. Her yek bi awayekî  di nav leptekî de ye. Belê jinên kurd ne tenê karê malê dikin û zarokan mezin dikin. Piraniya jinan li gel karê navmalê û mezinkirina zarokan,  ji bo berdewambûna jiyana xwe karên din jî dikin. Dema mirov vê hewldana jinan ji bo debarê dibîne cihê jina kurd di civatê de gelek bilin tê nirxandin. Ji xwe ev yeke ku jinê azad dike û dihêle ku jin di civatê de cihê xwe yê pêwist de be û rolê xwe yê di cih de bileyze. Ev jin xwedî biryare jî.

Li gora nûçeya rojnema Evro, li devera Zaxo hinek  jinên kurd ji bo debara xwe û mala xwe bikin karekî gelek zehmet dikin.
Çar jinên hejar yên temenê wan di navbera 50 – 60 salî ne, rojane di navbera Zaxo û devera Baerwarî de  bi dehan kilometran diçin û tên  û l idol û mesilan digerin da ku çend detikên giyayên biharê bidin hev û bînin bazarê bifroşin da ku debara xwe pê bikin.

 Nazê jinek 60salî ye  û di vê derbarê de got: “ Ez li Zaxo dimînim. Di destpêka biharê ji hejariya xwe vîkarî dikim. Me otomobilek ji bo xwe girtiye, her yek ji me 8 hezar dînaran didin. Rojê 200 kilometroyan dikin  û gelek caran jî em bi xwe peyatî  digerin Em giyayê biharê didin hev  û li bazarê difroşin. Hindek caran  ji 5 heta 10 hezar dinar dikevin destê me û hinek caran jî encex em kirya tirimbêlê dertêxin. Ji ber ku tu jêderên din yên jiyanê nine em vî karî dikin
 Zulfê jî div ê derbarê de dibêje: “ Ez jinekim, 10 zarokên min hene. Mêrê min karkereke ji derheqê me dernakeve.  Ez neçarim dive arîkariya zilamê xwe bikim. Ez ji sala 1992-ê ve vî karî dikim. Ez derbiharê giyayên nû digihin kom dikim, havînê jî em fêkiyê wek xoxan kom dikin û pêhîzê jî, ez guhij û beruyan kom dikim.

Zîn jî div ê derbarê de dibêje: “ Em vi karî dikin, gelek çîya deverên leşkerîne, her demî tirsa teqîna heye. Mirov ne mecbûr be vî karî nake.  Em giyayê xwarinê, wek Tolik,Gîrsik, Kereng kom dikin. Piştre em dicing mal hemiyê pakij dikin. Sibehê zû jî dibin bazarê difroşin. Dema min ev kar kiriye heta niha tu caran roja min negihatiye 15 dînaran.

Back to top button