Li Silêmaniyê hevserokên tevgera Azadî/PKK hatin binçavkirin

Li Silêmaniyê Tevgera Azadî ku girêdayê PKKê ye,salvegera Abdullah Ocalan de xwestin mitingekî li darbêxin. Lê Aşayîşa Silêmaniyê dora koma xwepêşendera dorpêş kir û rê neda meşa wan.
Tevgera Azadiyê ji berî rojekî ragihandibûn ku, dê li Silêmaniyê ji bo Ocalan meşekî bikin û daxûyaniyekî bidin çapemeniyê. Lê asayîşa Silêmaniyê rê neda meşê û zêdetirî 20 kesî hatin desteserkirin.
Di nav kesên hatin girtî de hevserokên Tevgera Azadiyê jî hene.
Tê zaninku, eve demeke Tirkiye pişgiriya YNKê ya PKKê tîne rojeve. Rayadarên Tirkiye serdana xwe ya li Hewlêr li gel YNKê civiyan û di derbarê pêwendiyên wan û PKKÊ de bala YNKê kişandin.Heta duh Erdogan di daxûyaniyeka xwe de vekirî da kifşkirin ku, YNK pişgiriya PKKê dike û di vê derbarê de dê Tirkiye tişta pêwist bike.
Dixweyê YNK di vê derbarê de hewldide ku çalakiyên PKKÊ li Silêmaniyê kîm bike yan jî nehilî çalakî bêne li darxistin. Lê gelo YNK heta çi radeyê dikare midaxeleyê PKKê bike? Ev jî pirsek e.