Libnan û Hizbullahê pêşniyara agirbestê ya Amerîkayê qebûl kirin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Lubnanê Elî Hesen Xelîl ragihand ku Lubnan û Hizbullahê pêşniyara agirbesta Amerîkayê ya bi Îsraîlê re qebûl kirine.
Xelîl diyar kir ku ev însiyatîf hewldana herî cidî ya heta niha ye ji bo bidawîkirina şer. Xelîl diyar kir ku Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein serdana Beyrûtê kiriye, Xelîl tekez kir ku serkeftina agirbestê bi helwesta Îsraîlê ve girêdayî ye û got, danûstandin di bin êrîşan de berdewam dikin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Lubnanê, ragihand ku Lubnan û Hizbullahê pêşniyara agirbesta Amerîkayê ya bi Îsraîlê re qebûl kirine.
Di dewama êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku di peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku biryara cîbicîkirina biryara 1701 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşbînî dike, pêşketin çêbûne.
Piştî vê pêşveçûnê, ji eniya Lubnanê daxuyaniyek hat. Elî Hesen Xelîl diyar kir ku pêşniyara agirbestê ya Amerîkayê ji aliyê Lubnanê ve hatiye pêşwazîkirin. Xelîl diyar kir ku ev pêngava agirbestê pêngava herî cidî ye ku heta niha ji bo bidawîkirina şer hatiye avêtin. Xelîl her wiha da zanîn ku Lubnanê bersiveke nivîskî pêşkêşî Balyozê Amerîka li Lubnanê kiriye û şêwirmendê pilebilind ê Serokê Amerîkayê Joe Biden Amos Hochstein di çarçoveya rêkeftina agirbestê de serdana Beyrûtê kiriye.
Xelîl diyar kir ku serkeftina însiyatîfê girêdayî aliyê Îsraîlê ye û got, “Eger Îsraîl çareseriyê nexwaze dibe ku bibe sedema gelek pirsgirêkan.” Xelîl diyar kir ku Îsraîl di bin agir de hewl dide danûstandinan bike û wiha got: “Ev yek bandorê li helwesta me nake.”