PolîtîkRojev

Bahçelî bangî Kurdan kir: “Em hemû bi hev re Tirkiye bin”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî. “Em ê bi biryardarî bibêjin ku li Tirkiyeyê her kes wekhev e. Ez ji vir bang li birayên xwe yên Kurd dikim. PKK nikare Kurdan temsîl bike. Niha jî eşkere bûye ku yên ku hewl didin pêşî li wan kesan bigirin hene ku gavekê biavêjin. Yên ku doh rêhevalê serokê terorîstan bûn, niha bûne xizmetkarên Amerîkayê. Em nikarin zarokên esilzade yên miletê tirk bikin qurbana neviyên Biden. Mafê me yê vê yekê nîne. “Em bibin yek, em bi hev re bin, em hemû bi hev re bibin Tirkiye.”

Bahçelî beşek din axavtina xwe de got: Hinek kes di nirxandinên xwe de dibêjin ku, nakokiyek navbera min ê serokomar de heye. Ew hemû derewa dikin.Tiştek welê tuneye. Ez ji wan kesan re dibêjim girêdanek di dilê me de ku bi gelek hêze li gel birêz serokomar heye.

Bahçelî got: “Bila ti kes hesabên vale neke, MHP û Tifaqa Cumhur tu armanceke ku milet têde nebe qebûl nakin . Erka me ew e ku em bi lez li ser riya ku hûn rast dizanin bimeşin, bêyî ku li paş xwe mêze bikin, bêyî ku bikevin bin bandora zihniyetên qirêj ên ku mejiya tevlihev dikin, dişewitînin û reş dikin. Operasyonên têgihiştinê pûç in. Kampanyayên reş tu encam nînin. Me bawer kir, em ê bi ser bikevin, em bi rê ketin, em ê werin, hûn sebir kirin, em ê bi hev re stûnên Sedsala Tirkan ava bikin.

Bahçeli berdewama axavtina xwe de, behsa pirsa kurd jî kir û got: “PKK nikare Kurdan temsîl bike; “Em bibin yek, em bi hev re bin, em hemû bi hev re bibin Tirkiye.”
Em ê ti astengî nas nekin, teslîmî tu zehmetiyan nebin, li hember îftîrayan serî netewînin, ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûr em ê her mirovekî hembêz bikin. Em ê hemû nirxên xwe hembêz bikin. Em ê bi biryardarî bibêjin ku li Tirkiyeyê her kes wekhev e. Ez ji vir bang li birayên xwe yên Kurd dikim. PKK nikare Kurdan temsîl bike. Niha jî eşkere bûye ku yên ku hewl didin astenga çêkin pêşî li wan kesan bigirin , û gavekê biavêjin. Yên ku doh rêhevalê serokê terorîstan bûn, niha bûne xizmetkarên Amerîkayê. Em nikarin zarokên esilzade yên miletê tirk bikin qurbana neviyên Biden. Mafê me yê vê yekê nîne. Em bibin yek, em bi hev re bin, em bi hev re bibin Tirkiye.


Back to top button