Sudani: Îsraîl dixwaze şer berfireh bike
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, serokatiya rûnitşina asayî ya Civata Wezîrên Iraqê kir, ku tê de danûstandin li ser çend pirs û dozên navxweyî û herêmî hatin kirin.
Beşek ji civîna qabîneya hukumeta Iraqê, girêdayî pirsa pêşhat û rûdanên serbazî û ewlehî yên Rojhilata Navîn bû û hat diyarkirin ku, “Armanca Îsraîlê berfirehkirina şerî li deverê ye”.
Sûdanî herwesa ragehand, “Peyama Qewareya Zayonî, ku arasteyî Civata Ewlehiyê ya Navdewletî kiriye, behane ye ji bo destdirêjîkirina li ser Iraqê û bizavên wê ji bo berfirehkirina bazineya şerî li deverê.”
Sûdanî careke din tekez kir, “Biryara şer û aştiyê li Iraqê di destê dewletê de ye û rê bi çi aliyekî nayê dan ku wî mafî bide xwe”. Herwesa ser ji nû red kir ku, Iraq ji bo nav wî şerî bê rakêşan.
Sûdanî daxwaza rûniştineke bilez a Civata Wezaretî ji bo ewlehiya niştîmanî kir, ji bo danûstandinan û lidûçûna pêşhatan û tekezkirina helwesta Iraqê.