DYA’yê rayedarên Hamasê yên li Tirkiyeyê kirin lîsteya reş..
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan ceza li 6 berpirsên payebilind ên Hamasê sepandiye.
Hat diyarkirin ku 3 endamên Hamasê li Tirkiyeyê ne
Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî, di nav wan kesên ku hatine cezakirin de, Ebdulrehman Îsmaîl Ganimet, endamê demdirêj ê baskê leşkerî yê Hamasê, Tugayên Îzzeddîn El Qassam e ku niha li Tirkiyê ye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî Ganimet bi tevlîbûna gelek êrîşên terorîstî û hewildanên êrîşan tawanbar kir, di nav wan de teqîna sala 1997 li qehwexaneyeke Tel Avîvê.
Wezaretê her wiha du karbidestên din ên li Tirkiyê, endamekî li Xezayê ku beşdarî danûstandinên Hamasê bi Rûsyayê re bû, û rêveberek ku xwediyê desthilatê bû ku bi eşkereyî li ser navê komê biaxive û ku berê deriyên sînorî yên li Xezeyê kontrol dikir, di lîsteya cezayan de cih girt. .
Li gorî daxuyaniyê, yek ji van navan Musa Davud Muhammed Akarî, berpirsê payebilind ê Hamasê yê li Tirkiyê ye û ji bo hatina pereyan ji Tirkiyê bo Xeze û Şerîa Rojava ji bo Hemasê hêsan dike; Salama Mari jî wek berpirsê Hamasê yê ku li Tirkiyê dijî û alîkariya aborî dide Hamasê jî hat nasîn.