Li Xezzeyê hejmara miriyan derket 15 hezar û 899an

Hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir ve xezzeyê hejmara miriyan 376 zêde bûye û derketiye 15 hezar û 899an.
Eşref el-Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Xezeyê di civîna çapemeniyê de di derbarê êrîşên Îsraîlê yên ku 59 roj in dewam dikin agahî dan.
Qudra got ku di êrîşen İsraîlê de mirin derketiye ser 15 hezar û 899an û hejmara birindaran jî 42 hezar derbas kiriye. Rayedarê Filistînî diyar kir ku ji sedî 70ê miriyan jin û zarok in.
Li gor daxuyaniyên Qudra, Îsraîl bi qestî nexweşxaneyên li Xezze û bakurê Xezzeyê hedef girtin, ji kar derxistin, xebatkarên tenduristiyê, birîndar û penaber li nexweşxaneyan qetil kirin û bi gefxwarinê ew neçar kirin ku dersînor bikin.
Di êrîşên Îsraîlê de 283 xebatlarên tenduristiyê hatin kujtin, 56 ambûlans bêkar man, 56 saziyên tenduristiyê hatin rûxandin, 20 nexweşxane û 46 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketin.
Ji ber ku êrîşên Îsraîlê bi hemû hêza xwe didomin, pergala tenduristiyê jî nikare bersivê bide hejmara zêde ya birîndaran.