Yavuzyilmaz: Em hemû dizanin ku di serdema AKP de neheqî li Kurdan hatiye kirin

Deniz Yavuzyılmaz ê CHPî, di Civîna Koma CHP de bersiva Erdogan da û got: “Li gor we her kes terorîst e, herkes xerabe ye, herkes ketî ye!”
Endamê Meclîsa Giştî yê CHPê Denîz Yavuzyilmaz, piştî Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî, di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bersiv da gotinên ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de gotibûn.
Erdogan di civîna koma partiya ya li Meclisa Mezin a Tirkiyê de ji ber maçkirina destê sopranoya Kurd Pervîn Çakar Serokê CHPê Ozgur Ozel kiribû hedef û gotibû: “Wan ev yek wek jêhatîbûn dît. Li operayê guhdarî bikin, taştê bixwin û bi kesên ku alîgirê rêxistina cudaxwaz in tifaqa hilbijartinê ava bikin. Niha jî ji ber ku destên hev maç kirine ew xwe bi rûmet dibînin”.
Denîz Yavuzyilmaz, di bersiva xwe de got: “Yê ku herî zêde mazûrvaniya Pervîn Çakar kiriye û aniye ser ekranên xwe yên TRT hûn in. TRT arşîvên xwe jêbibe jî ev rastî winda nabe. Ez bang li birêz Erdogan dikim: Hûn dibînin ku serokê me birêz Ozgur Özel destê jinek operayê maç dike, lê hûn nikarin bibînin ku wî destê şêxekî maç kiriye! Li gor we her kes terorîst e, her kes rizyayî ye, herkes şerpeze ye! Ji ber ku hûn me li kêleka terorîstan nabînin, hûn çareseriyê di tohmetên bêbingeh de dibînin. Em fêm dikin, hûn niha jî bi rewşek pêkenok me bi rêxistinên terorê yên cudaxwaz tînin ba hev”.
Em gotinên Ozgur Ozel Îmza dikin
Yavuzyilmaz, anî zimên ku di serdema AKP de Kurd zêdetir rastî cudakariyê hatine û got: “Em nizanin pirsgirêka Erdogan û Bahçelî ya bi Kurdan re çi ye. Hemû mirov wek hev in, hinek jî kêm wekhev in. Binêrin, ev gotin ji berhema navdar a George Orwell a bi navê Animal Farm, ku bi ziman û çîrokek balkêş rexne li newekheviyên Yekîtiya Sovyetê yên di serdema Stalîn de dike. Em gotinên serokê xwe birêz Ozgur Özel ku dibêje, “Kurd li Tirkiyê zêdetir newekhev in. Kurd yek ji damezrînerên Komara Tirkiyê ne. Em hemû dizanin ku di serdema AKP de neheqî û cotstandard li hember birayên me yên Kurd hatine kirin, ev çend sal in êş kişandine, ev êş di serdema AKP de hîn zêdetir bûne”.