Yerlikaya: “Di 6 mehên dawî de 82 êrîşên bombeyî hatin astengkirin”

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Yerlîkaya di derbarê operasyonên ku di 6 mehên wezîfeya wî de hatine kirin, agahî da.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, ji roja ku dest bi wezîfeyê kiriye û heta niha li ser hesabê xwe yê medya civakî operasyonên li ser mijarên wek têkoşîna dijî terorê, tiryak, çete û sûcên sîber agahdariyan parve dike.
Yerlîkaya, ku her roj li ser hesabê xwe yê medya civakî X di derbarê operasyonên ku tên kirin agahiyan dide, di civîna çapemenî ya li Enqereyê 6 mehên dawî yên peywira xwe nirxand.
Yerlikaya got: “Di operasyonên dij-terorê yên 1ê Hezîranê û vir ve 502 PKK/KCK, 98 DEAŞ û 9 jî endamên rêxistina terorê ya çepgir bi tevahî 609 terorîst hatin berterefkirin”.
Yerlikaya diyar kir ku li dijî PKK/KCK 13 hezar û 641 operasyon hatine kirin, ji van 1973 li bajaran û 11 hezar û 668 jî li bejahiyê hatine kirin û wiha dewam kir: “Di operasyonên li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz de 53 kujtî, 363 sax û 4 brîndar, bi yekûnî 502 terorîst hatine berterefkirin, 82 ji wan jî teslîm bûne”.
Yerlikaya destnîşan kir ku di 6 mehên dawî de li dijî FETOyê 2 hezar û 839 operasyon hatine kirin, 4 hezar û 482 şikbar hatine binçavkirin, ji wan 994 kes hatine girtin, ji bo 933 kesan jî biryara kontrola edlî hatiye dayîn.
Wezîrê Karên Navxweyî her wiha diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de di 6 mehan da 100 êrîşên terorê hatine astengkirin û got: “82 ji van êrîşên bombeyî û 18 jî terorîstên ku diçûn çalakiyê” bûn.
Di derbarê koçberên li Tirkiyê de jî Yerlikaya got ku “li welatê me 4 milyon û 613 hezar û 984 koçberên bi rêk û pêk hene”.