IYI Partiyê pêşniyara CHPê red kir

Komiteya Rêveberiya Giştî ya İYİ Partiyê di serokatiya Seroka Giştî Meral Akşener de cîvîna xwe lidarxist û rojevê de bi CHPê re hevkariyê hat gotûbêjkirin. Di encama gotubêjan de dengdan hate kirin û dpiraniyê gotin Na.
Berdevkê İYİ Partiyê Kurşad Zorlu diyar kir ku partiya wan “biryara xwe daye ku sala bê bi awayekî serbixwe tevlî hilbijartinên herêmî bibe”
Komiteya Rêveberiya Giştî ya İYİ Partiyê bi qasî 4 demjimêra dewam kir.
Berdevkê İYİ Partiyê Zorlu piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û bi bîr xist ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û xebatkarên wî di serdana xwe ya hefteya borî de teklîfa hevkariyê ya ji bo hilbijartinên herêmî kirîbûn.
Zorlu diyar kir ku der barê pêşniyara CHPê de biryara dawî hate dayîn û got: “Em ê li ser banga miletê xwe ya ji bo rêya sêyemîn, alternatîf bimeşin.”
Zorlu diyar kir ku hilbijartinên herêmî ji bo IYI Partiyê tê wateya ji nû ve diyarkirina rêya desthilatê ye.
Zorlu wiha berdewam kir:
“Di civîna me de hemû endamên me bi zelalî nêrînên xwe anîn ziman û piştre dengdayînê dest pê kir. Ji ber ku mijar bi hemû aliyên xwe ve hatiye lêkolînkirin û di encama dengdayînê de Lijneya me ya Îdareya Giştî biryar daye ku İYİ Partiya me wek partiyeke azad û serbixwe bikeve hilbijartinên herêmî yên sala 2024an.