Li welatekî cengî da, girîngiya hevkarî û avakirina pirtûkxaneyekî nû
Piştî zêdetirê 20 sal şer û dîktatoriya li Iraqê, zanîngeh û pirtûkxane wekî gelek ji damezrandinên din bi tevahî rûxiyan. Lê belê piştî şerê 2003 ku bû sedema ji holê rakirina Seddam Husênê dîktatorê Iraqê, Iraq ber bi rûyê cîhanê da vedibe, bi taybetî Herêma Kurdistana Federal. Ez li Eylûla 2006 ji bo binyatnana pirtûkxaneyeke nû ya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr ku nû hatiye damezrandin hatim destnîşankirin û zanîngeh bi zimanê Ingilîzî wane(ders) dide. Gelek zû, zehmetiyên vegûhestina pirtûkên navdewletî û sînordarê bazara navxweyî li dirustkirina pirtûkxaneyê de derketin hemberî min. Tora zanyariya pirtûkxaneya Başûrê Rojhilata Florîda, li gel pirtûkxaneya Zanîngeha Florîda Atlantîk û tîma karubarê medenî ya artêşa Emerîka li Hewlêr, rolekî girîng li derbasbûna wan astengiyan de dîtin. Yasa û peyrewên weşanxaneya profesyonaliya rêxistina pirtûkxaneya Emerîkî gelek yarmetîder bûn ji bo pêşxistina karmendên me yên navxweyî.
Piştî ku ez gihiştim Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, min serdana çend pirtûkxaneyekî kir. Lê belê ewê ku li ji bo min balkêş bû ewe bû ku wan hê jî bi kataloga kartî muameleyê dikirin û gelek tiştên pirtûkxaneyê dema wan derbas bûbû û kevin bûn. Her wiha, wek hinek welatê dinê rojhilata navîn, pirtûkên nû ku bi kar dihatin û rafên wan girtî bûn. Ji wê zêdetir jî ew kesên ku biryarê di derbarê pirtûkxaneyê de didan kesên xwedî perwerdeyê profesyonelê pirtûkxaneyan nebûn û hejmara wan birêvebirên li pirtûkxaneyan de ku bawernameya wan ya bekarloriya hebû li pirtûkxaneya li ser her sê parêzgeha Herêma Kurdistanê bi tenê panzdeh kes dibûn. Wan hemuyan jî li Bexda û li Musil xwendibûn, û yek ji wan jî li pirtûkxane û zanista zanyarî da ne xwedî bawernameya master bûn. Li gel wê yekê jî, ewên bekaloryaya wan hebû karê wanê zêde hebû û ji bo pêşxistina profesyonaliya xwe derfeta wan gelek kêm hebû.
Bi sedema tengasiya aborî û şer ve, pêwîstiyên pirtûkxaneyê hema bibêje nebûn, pêdiviyên rûniştin û masa û kursiyên pirtûkxaneyê, heta katalog û gûhertina hewaya hundirê pirtûkxaneyê jî bi zehmetî li ber çav diketin. Heta piştî ku tengasiyên aborî ji holê rabûn, bazar wekî xwe lê nehat û li ser wê yekê jî rewşeke aram li Herêma Kurdistana Federal, gelek ji dabînkerên bazarê xwe jê bi dûr digirtin tenê ji ber wê navê “Iraq”ê jî gelek bi tundî li gel şer û terorê dihate hevpêç kirin.
Lê belê ev pêgeha zehmet derfetekî rexsand ku zêdetir xwe nû bike û daxwaza kesekî zêdetir bike ku dixwaze bibê beşek ji binyatnana pirtûkxaneyekî hevçerx. Ez gelek bi bext bûm dema ku baweriyê dane min ki ez pirtûkxaneyeke nû ji bo zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê ava bikim. Serokê wê demê yê zanîngehê ji min re got ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Nêçîrvan Barzanî, daxwaz ji wî kiriye ku zanîngeheke nûjen û li gor standardên herî bilindên akademiya rojava dirust bike. Eve girîngtirîn xala rênîşander bû ji bo min.
Yek ji wan karên minên destpêkê de ku min kir, nexşekêşana ramanek û armancek bû ku li gel armanc û cihnîşana damezrandina zanîngeha Kurdistan-Hewlêr yek bigrê. Min pêwendî bi Tom Sloan Birêvebirê cih bi cîh karê tora zanyariya pirtûkxaneya Başûrê Rojhilata Florîdayê kir û piştî wê yekê min wiha hizir kir. Cenabê wî ji bilî li komek şêwirên gelek baş, pêşniyaz kir hinek pirtûkên akademî ji Başûrê Rojhilata Florîdayê ji bo me bişîne. Lê belê veguhestina pêdiviyên pirtûkxaneyê meseleyeke gelek zehmet bû ji ber ku hatinûçûna asîmanî raste rast ji Emerîka ve nebû û veguhestina li Emerîka ve bo Iraq gelek giran radiwestiya. Zehmetî her ew nebû ke destê we bigigihe bi pêdiviyan, ji ber ku li pişt wê jî da pirsgirêka gelek zehmeta hatinûçûnê jî hebû.
Pêkve li gel Tom Sloan me daxwaz ji çend ajanseke Hikûmeta Emerîka kir ku yarmetiya me bidin li vegûhestina pirtûk û piştî heşt meh li bê encamî me şandin cem yek ji karubarê medenî ya artêşa Emerîka li Hewlêr. Em gelek bi bext buyîn ku Colonel Howard Schaffer Fermande bû li Hewlêr. Piştî serdanekî Colonel Schaffer ya pirtûkxaneyê û guftugoyeke dem dirêj di derbarê astengên li ber me, wî biryar da neku her tenê yarmetiya me bide li vegûhestina pêdiviyên pirtûkxaneyê, ji ber ku wî dest bi helmetek li nav serbazên Emerîkiyekan kir ku pirtûk pêşkêşî pirtûkxaneyê bikin. Ew bû bi mîhvaneke birêzê pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr û hinek car li gel me rûdinişt û li gel xwendekarên me guftugoyên karûbarê akademî û zehmetiyê wan dikir.
Piştî wê karê Colonel Schaffer li Hewlêrê qediya, çendîn tîmên karubarên medenî piştî wî berdewambûn li pêşkêşkirina pirtûk bi pirtûkxaneyê û yarmetîdana vegûhestina pêdiviyên pirtûkxaneyê li Zanîngeha Florîda Atlantîk û tora zanyariya pirtûkxaneya Başûrê Rojhilata Florîda.
Her wiha, tora zanyariya pirtûkxaneya Başûrê Rojhilata Florîda ji bo çendîn karê dinê pirtûkxaneyê amadebûye û rexsandina çendîn çareseriyek ji bo yarmetîdana pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr. Yek ji wan, pêşkêş kirina hinek waneyên fêrkariya online ji bo karmendên pirtûkxaneyê bû û yekekî din hewldana ji bo dirustkirina qerzên elektronî nav pirtûkxaneyan li navbera pirtûkxaneya zanîngeha me û pirtûkxaneya Zanîngeha Florîda Atlantîk. Em hê jî bi hêvî ne em qerzê elektronî ya li nav pirtûkxaneyan dirustbikîn ji ber ku eve gelek girînge ji bo geşkirina destgihiştina me bi jêdereke zêdetir û dirustkirina pira raste rast ya li navbera pirtûkxaneya Kurdistan-Iraq û Emerîkayê da.
Bi serhateke dinê girîng ji bo pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr demek bû ku pirtûkxane li kanûna duyema 2008 buye endamê rêxistina pirtûkxaneyên Emerîkî. Ev endametiya girîng ji bo pêwendî û geşkirina pirtûkxaneyêye. Weşanên rêxistina pirtûkxaneya Emerîkî bûye jêdereke girîng bi taybetî ji bo perwerdeya karmendên me yên li hundir û ji bo me jî heta ku li asta geşkirina profesyonaliyên warê pirtûkxaneyê de bihêle. Zanistnameya rêxistina pirtûkxaneya Emerîka di der barê “Lîsta mafan” û “Yasaya etîketan” bûne bingeha karên pirtûkxaneyê û bi rêkupêkî li ser texteya agahdariya pirtûkxanê hatiye helawestin.
Dema ku temaşa wê pêwendî û hevkariyên di navbera vê damezrandina cuda dikim, ez dibînim ku bihaya exlaqî û saykolociyên van pêwendiyan gelek ji bihayên maddiyan zêdetir bilindin. Hebûna pêwendiya li gel tora zanyariya pirtûkxaneya Başûrê Rojhilata Florîda û pirtûkxaneya Zanîngeha Florîda Atlantîk bandoreke mezin li ser xwendekar û karmendên me hebûye bi taybet warê pêwendî û beşek bûn li cîhaneke mezintir piştî çendîn salên veqetandina wan.
Li ser qebareyên biçûkên pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr, bêguman yekem pirtûkxaneye li hemû Iraq û helbet li ser hemû rojhilata navîn jî ku ji bo xwendekar û karmend û mîhvanên me yên înternetê bê payanî û bê sînûre, û gencîneyek ji jêderên online, û pirtûka çapkirî ya bêşumarî jî me ji bo wan dabîn kiriye. Pirtûkxaneye xwebexşane xwe girêdayî yasayên mafê parastinê (Kopîrayt) kiriye û xizmet kirina mîhvanên pirtûkxaneyê kiriye ewlewiyata xwe. Pirtûkxane yek ji wan damezrandinên herî destpêkê ye ku raporta karên xwe li ser înternetê belavdike bi mebesta şefafiyet û berpirsiyarêtî. Ew damezrandinên ku hevkariya pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr kirine dikarin serfiraz bin bi wê hevkariya ku pêşkêş kirine û em bi hêvîne zêdetir pêwendiya me ya navdewletiya pêkbê û zêdetir alîkariyên li nav pirtûkxaneyan de sûd wergirîn.
* Amed Demirhan
* Birêvebirê Pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr
Çavkanî: Kovara International Leadis of ALA http://www.ftrf.org/ala/mgrps/rts/irrt/intlleads/leadsarchive/200912.pdf
Wergêr ji Ingilîzî Soranî: Arî Mamşeyî
Amadekar: Rojeva Kurd