Hevpeyvîn

Li welat du kevirên min li ser hev nîn in, çawa vegerim welat?

Mamoste, heta niha gelek hevpeyvîn bi we re hatine kirin. Lê dixwazim ev hevpeyvîn cuda be, ango em di vê hevpeyvînê de dixwazin dergehê cîhana mamoste û hunermend Brader vekin. Lewma dixwazim bi vê pirsê destpebikim. Zarotiya hunermend Brader çawa derbasbû, di nava cîhana vê zaroktiyê de gelo tovê hezkirina huner hate reşandin û ev tov şîn hat yan qonaxa hezkirina huner û evîna huner paşê hat?

Berî her tiştî silav li cenabê te kekê Demhat Dêrikî. Silav li xebatkaren kovara Delal û xwendevanên wê. Hezar silav li xaka pîroz û canê şehîdan.

Belê min di gelek hevpeyvînan de aniye zimên, dibistana min ya yekem şevbihêrkên gundê me ku li mala me derbas dibûn bû ye. Min perwerda xwe ya yekem li wan şevbihêrkan dît. Bavê min her şev ji civata xwe re stran, çîrok, serpehatî û mesele digot in. Her kesî bi dilekî geş û mejiyekî vekirî li bavê min guhdardikir. Mala me weku dibistaneke piçûk bû. Bavê min gelekî xizan bû lê dilê wî û mejîyê wî gelekî zengîn bû. Ez jî li wê dibistanê bûm, her şev heta berdestê sibehê, çi dihate gotin min di mejîyê xwe de tomar dikir. Carna zilaman ji min re digot law here razê. Lê bavê min digot wan wî bihêl in. Ew niha dikirê, wê rojek were ew ê jî bifroşe civata xwe.
Weku bavê min dixwest min li wî zêde nekir û nebûm denbêjekî mezin.
Lê dîsa jî şikir ji xwedê re ez ji wî cewherî bê par ne mam û ji bavê min ew ji min re ma…
Û min dilê û meji yê xwe ji mûzika Kurdî re vekir û karibû xizmetekê ji gelê xwe re bikim û ji wê evinê bê par nemam. Bi salaye stranan çêdikim û pêşkêşî gelê xwe dikim.

 Dengekî Brader yê nêzîkî dil heye ango dema dibêjê deng û awaza Brader dibe yek, mirovan ber bi xwe ve dikşîne û derbasî nava hestên mirov dibe. gelo ev çi ye? çi bandor hêlaye pêlên dengê we mirov dorpêç dike?

 Dengê min ji singê ye, ango ne ji serê min e. Dengê min dengê hinavên min e.
Ji rayên dilê min tên. Jiber ku dema dibêjim ez dizanim dengê min ji kû tê.
Ew dengê brinên min ku mîna volkanan di dilê min de her dem diteqin û difûrin.
Ji ber dilê min û guhdaran heman heman nêzîkî hevdû ne û brinên me yekin pêtir bandor çêdike.
Li aliyê din giyana dengê diya min, di nava dengê min de heye. Dengê min baritone lê heger mirov baş guhdarbike dengên zirav jî di nav de veşartîne. Ew dengê zirav dengê diya min e. Diya min dema dergûş dilorand, kesên di ber deriyê me re derbas dibûn radiwestiyan û guhdarî dikirin. Lorandin ji diyamin re bahane bû. Armnaca wê stran gotin bû bi lorandinê re. Diya min ji bi piranî stranên bavê min digotin, belkî dengê min ji ber wê hebekî xweşe û bi bandore. Ji xwe dengê hemû hunermendên me xweşe, dengê mîna fêkîya ye. Her fekîyek tahmake (çêjeke) xwe heye û deng jî wisa ne. Her dengek tahma xwe cuda ye.

 Derdê bindestiyê, nalîna xakê nebesbû, di serde jî koçberî hat, dûrbûna ji welat hat. Brader bû penaber li welatê xeribiyê, ev yek heta çi astê di warê erênî û neyînî de bandor li Brader û hunera Brader kir?

 Ez vê pirsa te bi rondikên çavan dibersivînim. Li ba kesekî bersivek bi vî rengî tu nikare bibînî. Ez vekirî û bê şerm dibejim, vê pirsa te rondikên min rijandin ser rih û simbêlên min. Heger hunermendek mirinê, girtinê bide ber çavên xwe û hunerê bike bi salan û di dawiya dawîn de bibe penaber û piştî ewqas sal û xebat bibe parsekê ber deriyên sosyalên Ewrûpiyan? Bersiva vê pirsa te wê bi rondikên be, kekê min.
Ev penaberî û Ewrûpa zîndanek servekiriye. Tu erênî li ser mûzîka hunermendên Kurda nikare çêke.. Ya tuyê bide pey popilîzm û arabesk û ji mûzîka xwe ya resen dûrbikeve, yan tuyê yekcar ji mûzîkê dûrkeve û bide pey karên aborî yan jî tuyê mîna min be. Doxa tembûrê bi înat bernede û tenê bi têlên tembûra xwe bi jiyanek parsek lê bi rûmet ve xwe girê bide. Niha bi dehan stranên min hene lê nikarim pêşkêşî gel bikim. Lê ez her stranan çêdikim û dibêjim roj heye ku dengê wan derkeve. Lê xwezî mirov parsek be parsekê welatê xwe be ne yên welatên xelkê be.
Ka tuyê bêjê wê çi erêniya penaberiyê li ser mûzîka Kurdî hebe kekê min? Brader heta sibe li meydana bajarê Arnhem ê staranan bêjê ma kîjan Holandî wî nasbike keko?


Em derdê welat û derdê xeribiyê deynin aliyekî, gelo di nava van derdan de derdê partiyen Kurdan di warê hunerde heta çi astê alîkare yan dilêşe di warê huner de. Yan em bêjin bê partiyan hunermend dikarin hunerê bikin û dema xwest bi serê xwe hunere bike, wê demê dikeve çi rewşê?

 Keda Partiyên Kurda jibo pêşxistina mûzîka Kurdî nayê înkarkirin. Lê gereke mirov kêmasîya wan jî bêje. Gelek hunermendên me bi piştgiriya wan pariyan gelekî peşketîne. Yek jiwan ez im. Dema Partiya KUK hebû çend albûm ji min re çekirin û belav kirin.. Akademiya Kurdî albûmeke min çêkir û belavkir. Enstutiya Kurdî albûmek ji min re çekir û belavkir. Albûma min ya Diwane me bi alîkariya Korek derket. Ev hemû dezgehên me yên siyasî ne an parting e.
Lê dema partiyên me pşigirî bidin hunerê, gereke pêtir bi asteke netewî nêzîk bibin, wê ew heqî û neheqî pêtir zelal bibin. Heger hunermendên me çiqas pêşkeve huner û civet jî ewqas pêş dikeve û ev jî, îro jibo me xizmetek siyasî ye.

Lê gelek car Partî û rêxistin û komeleyên me di warekî teng de nêzîkî hunermendan dibin û di serî de moralê wan xera dibe û ji hunerê sardibin. Hunermendên Kurd herdem karê siyasî kirine û hunera kurd li hember neyaran ji xwe weku karekî siyasî tê dîtin. Partiyên me gereke singa xwe ji hemû hunermendan re bi eynî germahiyê vekin.

Gelo mamoste Brader ji jiyana xwe ya niha raziye yan di jiyanê de tu caran poşman bûye?

Ez ji hunera xwe razîme lê ji jiyana xwe ne razîme, poşmaniya min î herî mezin ew bû ku ji welatê xwe derketim.. Penaberiyê hemû dergehên jiyanê li ber min girtin. Mûzîk tenê dergehên dilan ji min re vekir û hew.

 Mamoste Brader evîn û hezkirina îro bi çavekî hunerî çawa dibîne?

Kîjan evîn? Kîjan hezkirin? Evîn û hezkirina înternetê û facebook, ya hezkirina ser kaniya gund? Ya hezkirina li dawetek an li mîhrîcanekê dema çavan awirên xwe didan awirên çavan? Mixabin gelek zehmete ku mirov îro evînê bişopîne û li ser raweste û şîrove bike. Însan bûye mîna komputerek ku tu carê programekê li ser siwarke. Rojê bi rengekî ye. Însan bûye computer û evîn bûye ew program ku tu dikare bi erzanî peydabike û dema tu bavêjê jî dilê te li ser neêşe. Ew evinên ku bibin mijarên huner û hunermendan êdi zor peyda dibin mixabin. Heger civatek evînên xwe erzan û pirbin , stranên xwe jî sivik û lewazin.

 Mamoste Brader li dûrî hunerê wek kesek bi malbat û zarokan re çawaye? Bêhna wî tenge gelo yan dilfirehe?

Dikarim bêjim bêhna min gelek firehe. Weku behrê me me. Zû bi zû na fûrim.
Bi malbat û zarokên xwe re mîna heval im.
Ango Brader gelek bêhnfirehe. Lê dema bêhna wî teng bibe( hêvîdarim tu ne li wirbe Demhat. Hahaha)…


 Di jiyana Brader de bûyerek balkêş ku hatibe serê wî û karibe bi xwendevanan re parveke?

 Nizanim kîjanê bêjim, bi rastî gelek bûyer di serê min re derbas bûne.
Lê ya herî balkêş û bandor li min kiri ye, dema min li bajarê Wanê dixwend, bûyera kuştina birayê min bû. Wekî din çi bû hemî li pey hatin. Sal 1978 bû, min wê çaxê stranek ji bona wî çêkiribû. Wê bûyerê gelek tişt ji jiyana min bi xwe re birin.

 Ji bersivên te diyarin ku tu li penaberiyê di nava xemginiyek mezin û xizaniyê de yî , gelo çima venagere welat?

 Niha ew derfetên min tune ku karibim li welat jiyan bikim. Li welat du kevirên min li ser hev nîn in, çawa vegerim welat? Li vir qet nebe sosyal kirya xaniyê me dide û nanê rojê dide me..

Bawerim gelek hunermendên me weku min di nava dewlemendiyê de, jiyanek xizan dijîn û nikarin herin welat.
Heger stranên sîstema welatê me jî weku sîstema welatên din bûya û mafê stran û klîpên me bihata parastin ji xwe pirsgirêk ne diman û pêdivî nedikir ku em hêviya piştgiriyê an gazinên astengkirina mûzîka Kurdî ji partî û rêxistinan bikin. Li kîjan welatî rojê carek du car klîp a kîjan hunermendî were weşandin ew hunermend pêdivî bi kesekî an sosyalan nabe. Mafê wan tê parastin û weku me perîşan nabin. Lewma dibêjim em di nava hebûne de tunebûnê jiyan dikin.

 pir spas mamoste jibo bersivên we

 Ez spasiya we dikim ku we ev derfet da min, ku devê turikê derd û kulan ji we re û ji xwendevanan re vekim. Serkeftina we dixwazim.

Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Jêder: Kovara Delal/Jimara 73/Zaxo

(Avestakurd)

Têbinî:Hevpeyvîna li gel Brader ku wê çend rojekê din di kovara Delal de were belav kir:

Back to top button